ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 16 Kanûn 2018
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Buroya Jinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Gûlîstan Îbrahîm gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê nirxand û got:"Dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî naxwaze ku li Sûriyeyê aramî pêk were. Her dixwaze kaos mezintir bibe. Bi vê yekê dijminatiya hemû gelên li Sûriyeyê dike." DÎMEN HEYE
 
*Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît diyar kir ku armanca êrîşên Tirkiyeyê ya li hember Şengal û Mexmurê ev e ku li Mînbîcê yekineyeyên kurdan bikşîne rohilatê Firatê û wiha got: “Ev demek dirêje vê ji DYA’yê dixwaze. Lê DYA ne red dike ne jî pêk tîne. Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo gera TSK’ê ya li Mînbîcê erênî mêze kir. AKP’ê jî ev kir alava hilbijartinê û niha jî em di heman pêvajoyê de ne.”
 
*Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku her tim bi zext û lêpirsînan tê rojevê, hat hînbûn ku îdara girtîgehê bê hincet hevdîtinên navxweyî yên girtiyan asteng dike.
 
*Ji Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ayşenur Kizaroglu diyar kir ku di hefteya Mafên Mirovan de binpêkirina mafan didome û hebûna Beyanameya Gerdunî ya Mafên Mirovan têr nake û divê mirov xwedî li mafên mirovan derkevin. BI DÎMEN
 
*Aylîn Serînpinar ya li dijî alavên kevn bi mereqe li Balatê li kolanekê dukanek bi navê ‘Sandik kurdu’ vekir. Ev dukan ji aliyê welatiyên ji kolanê derbas dibin eleqeyek mezin dibîne û di dukanê de gelek bîranîn jî hene. BI DÎMEN
 
*Sala 2018’an ‘Sala Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re’ hat îlankirin û li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker 2 mîlyon e. Li Wanê 3 zarok ji ber rewşa aborî ya malbatê diçin ji çopê hesin û naylonan kom dikin.” BI DÎMEN
 
*Gulcan Bîter ya ji ber gundê wan hat valakirin di 13 saliya xwe de koçberî nas kir, li metropolan tevî temenê biçûk di tekstîlê de xebitî û ji aliyê mêrê pê re zewicî ve rastî şîdetê hat. Gulcanê diyar kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan wê dest ji berxwedanê bernedaye. BI DÎMEN