'Heta dawiyê em ê piştevaniya berxwedana Leyle Guven bikin'

  • 15:38 15 Kanûn 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştgiriyê li Şehbayê çalakî hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn gotin:"Heta ku tecrîd bi dawî nebe em dev ji çalakiyên xwe bernadin."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştgiriyê li Şehbayê çalakî hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn gotin:"Dê hêzên dagirker û faşîst tu carî nikaribe îradeya me têk bibin."
 
Jina bi navê Asiya Hemdî diyar got:"Em ê heta dawî ji bo Rêberê xwe di nava çalakiyan de bin. Em ê piştgiriyê bidin Rêberê û Leyla Guven. Êdî ji zordarî û zilmê re bes e."
 
Her wiha dayîka Berxwedêr Tolhildan Fayîzê Muhemed wiha got:" Îro Leyla Guven di zindanê de di nav mercên dijwar de zindanê de ji bo azadiya Rêber Apo ketiye gireva biçîbûnê. Her wiha em jî wek jinên Efrînê em ê piştgiriyê bidin berxwedaniya Leyla Guven û canê xwe ji bo azadiya Rêber Apo bidin."
 
Wehîde Birîmko jî anî ziman ku wê armanca hêzên dagirker pêk neyê û got:"Weke jinên Efrînê em ê li kêleka Leyla Guven berxwedana bidomînin û piştvaniya Tekoşîna Rêber Apo bikin. Ev gefên ku Erdogan li gelê kurd dixe wê vala derbikeve ji ber ku hêz û îradeya jina kurd ya ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin ji gefên Erdogan mezintir e."
 
Endama jinên ciwan Hêva Haşim wiha got:" Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin di heman demê de li ser jina kurd jî tê meşandin ji ber ku azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo re girêdayî ye, heta ku Rêber Apo ji zîndana Îmralê azad nebe em wek jinên ciwan her tim em ê di nav çalakiyan de bin."