Dayika Aştiyê ji ber nameyên girtîgehê hat girtin

  • 15:14 15 Kanûn 2018
  • Rojane
RIHA – Dayika Aştiyê Hadle Ogur a li Rihayê li dijî tecrîdkirina Ocalan ji çalakiya greva birçîbûnê hat binçavkirin û duh hat girtin bi hêceta nameya lawê wê ji hepsê jê re şandiye û wêneyên xizmên wê yên di nava PKK’ê de jiyana xwe ji dest dane hat sûcdarkirin. 
 
Komek HDP’yî li Rihayê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û di heman rojê de polîsan ew binçav kiribûn. Polîsan rêveberên HDP, DBP’ê û Dayikên Aştiyê jî di nav de 47 kes binçav kiribûn. Ji 47 kesan 5 kes hatin girtin. Ji yên girtî Dayika Aştiyê Hadle Ogur jî bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” ji aliye dadger ve hat girtin. 
 
Nameyên kurê Hadleyê yên ji hepsê jê re şandiye û wêneyên xizmên wê yên di nava PKK’ê de jiyana xwe ji dest dan e kirin tewanbariya girtina wê. 
 
Têgehên “Heval” û “Dayê” yên di nameyên tevî ku Komîsyona Xwendinê ya Girtîgehê xwendiye û ji Hadle Ogur re jî hatine kirin sûc. Di girteka girtina Hadleyê de Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavuzel ê di jêrzemînek Cizîrê de asê ma û bi şewitandinê hat kuştin jî wek PKK’î dan nişandan.