Çalakiya Gireva Birçîbûnê li Amûdê dest pê kir

  • 15:00 15 Kanûn 2018
  • Rojane
HESEKÊ -  Bi armanca şermezarkirina tecirîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgirya çalakiya Leyla Guven çalakiya  gireva birçîbûnê li Amûdê dest pê kir.
 
Bi armanca şermezarkirina tecirîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana Leyla Guven Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star ya Kantona Qamişloyê kli Amûda Hesekê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir. Bi beşdarbûna endamên saziyan û gelek kesî çalakiya gireva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Cihê çalakiya gireva birçîbûnê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi alên Kongreya Star, PYD'ê hat xemilandin. Li çalakiyê stranên şoreşgeriyê hatin gotin.
 
Dê çalakiya gireva birçîbûnê 2 rojî bidome.