'Star FM dengê jin û jiyanê ye'

  • 14:52 15 Kanûn 2018
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Têkildarî salvegera Star FM'ê ya Qamişloyê rêveberên radyoyê axivîn û gotin:"Star FM dengê jin û jiyanê ye."
 
Têkildarî salvegera Star FM'ê ya Qamişloyê rêveberên radyoyê axivîn û gotin ku tevî hemû zehmetiyan me hewl da ku em dengê jinan bi cîhanê bide bihîstin. 
 
Rêvebira Star FM'ê  Avaşîn Hêlîn  axivî û got:"Di destpêkê de me gelek zehmetî dîtin. Lê bi hewldana me ev zehmetî hêdî hêdî ji holê rabû. Di destpêkê de endamên me kêm bûn. Lê piştre endam zêde bûn. Di salekê de 15 bername hatin çêkirin. Her wiha bernameyên taybet jî hatin çêkirin. Bernameyên wekî hunerê, ya zarokan, civakî, siyasî, ya jinan, ya gerê me çê kir. Em hem bi zimanê Kurdî hem jî yê Erebî weşanê dikin. Her wiha em bernameya li ser jinên Suryan jî çê dikin. Em pirçandî û pirrengiyê diparêzin. Armanca me ew ku em bibin reng, deng û rûyê hemû jinan."
 
'Em gelek şanaz in ku em karê radyoyê dikin'
 
Rêvebira Star FM'ê Lîlav Hesen wiha got:"Em salvegera Star FM'ê li hemû jinan pîroz dikin. Xebat û bernameyên me li ser xebat, jiyan û tevgera jinan e. Rola jinê ya di nava civakê ye. Em gelek şanaz in ku em karê radyoyê dikin. Star FM dengê jin û jiyanê ye."
 
'Divê em hemû bibin dengê hevdu'
 
Her wiha guhdarvana Star FM'ê Xaliya Ehmed jî wiha got:"Star FM'ê ji bo hemû jinan xwedî taybetmendiyekê ye. Divê em hemû lê xwedî derkevin û em bibin dengê hevdu."  
 
'Star FM'ê hêz da jinê ku gelek tiştan bikaribe bike'
 
Her wiha guhdarvana Star FM'ê Menifa Seyid wiha got:"Tiştekî gelek xweş e ku jin di qadekê de xwe ispat bike. Niha bi saya vê radyoyê gelek jinan ispat kirine ew bi hêz in. Star FM'ê hêz da jinê ku gelek tiştan bikaribe bike."