Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
- 14:05 15 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, ji bo Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa ên berî 27 salan dibin çavan de hatin kuştin û cenazeyên wan hatin dîtin edalet xwestin. Zarokên Demîr û Akîpa, gotin, “Li welatê ku edelat lê tuneye, emê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin.”
Dayikên Şemiyê di hefteya 716'emîn de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin, lê polîsan destûr nedan. Berî çalakiyê polîsan kolana nêzî Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kirin ablukê. Dayîkên Şemiyê ligel vê jî li ber avahiya komeleyê kom bûn û wêneyên windayan vekirin. Parlementera HDP’ê Huda Kaya, lîstikvan Nûr Sure, Yûsûf Çetîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de, ji bo Îbrahîm Demîr ê 36 salî û Agît Akîpa yê 39 salî yên di sala 1991’an de dibin çavan de hatin kuştin û dûre cenazeyê wan hat dîtin, daxwaza edelatê hat kirin. Zarok û neviyên Agit Akîpa û Îbrahim Demîr jî beşdarî çalakiyê bûbûn.
Keça Fehmî Tosûn ê di 19’ê Cotmeha 1995’an dibin çavan de hat windakirin Besna Tosun, daxuyaniyê vê heftê da. Besna, di axaftina xwe de wiha got: “Îbrahîm Demîr ê 36 salî û Agît Akîpa yê 39 salî li Gundê Çukurlu yê navçeya Hezexa Şirnêxê dijiyan. Agît Akîpa di heman demê mûxtarê gund bû. Wê demê li ser gundiya zextên cerdevantiyê hebûn. Ketin û derketina gund dibin kontrola leşkeran de bû. Dibistana gund kiribûn qereqol. Leşkeran dest danîbûn ser malên hîn gundiyan û tê de bi cih bûbûn. Agît Akîpa û Îbrahîm Demîr ji bo ku leşker ji dibistan, mal û gundê wan derbikevin serî li qeymeqamtiyê û Wezareta Karê Hûndir didin. Piştî vê serlêdana wan, zextên leşkeran ên li ser wan zêde dibin û fermandarê qereqolê ji wan re dibêje ‘emê we nedin jiyîn.’”
Besna, bal kişand ser binçavkirina Îbrahim Demîr û Agit Akîpa û wiha bilêv kir: “Demîr û Akîpa di 12’ê Kanûna 1991’an de dema ji Hezexê vedigerin gund, bi gundiyan re li trektorê siwar dibin. Leşker di rêde trektorê radiwestînin, Îbrahim Demîr û Agit Akîpa binçav dikin. Dema malbat diçin qereqolê, fermandarê qereqolê ji wan re dibêje ‘Me qet wan ne dîtiye.’ Leşkerek bi dizîka ji malbatan re dibêje ‘Biçin şikeftan.’ Malbat bi gundiyan re li herêmê digerin û di 13’ê Kanûna 1991’an di şikeftekê de cenazeyên wan dibînin.”
Besna, da zanîn ku ligel hemû lêpirsînên heya roja îro hatin birêve birin jî, tu encamek erênî derneket holê.
Keça Îbrahîm Demîr Denîz Demîr jî, diyar kir ku ew edaletê dixwazin û wiha got: “Kî derê qedexe bikin, bila bikin, em ê dest ji doza xwe bernedin.”
Kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa jî, anî ziman ku tu carî dest ji doza xwe bernedan û wiha axivî: “Li welatê ku edelat lê tuneye, emê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin. Kuşer diyarin, navê wan diyar in.”