TJA: Bêdengiya NY'ê nayê qebûlkirin

  • 14:00 15 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Di encama bombeberana hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Mexmûr û Şengalê 3 jin û zarokek hat qetilkirin. Têkildarî mijarê de TJA'yê daxuyaniya nivîskî weşand. TJA'yê bertek nîşanî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da û got:"Êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê nîşaneya hedefgirtin a avakirina civakek azad e."
 
Di encama bombeberana hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Mexmûr û Şengalê 3 jin û zarokek hat qetilkirin. Têkildarî mijarê de TJA'yê daxuyaniya nivîskî weşand.Tevgera Jinên Azad (TJA) azad da zanîn ku bi êrîşan îradeya hemû gelên Rojhilata Navîn hedef hatiye girtin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Tifaqa AKP-MHP'ê bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî dîsa konsepta şer xist meriyetê. Bi van êrîşan tifaqa AKP-MHP'ê careke din nîşan da ku ew li ser şer û xwînê iktidara xwe heyî dikin. 
 
'Bi van êrîşana diyar dibe ku tifaqa AKP-MHP'ê çiqas ji jinan ditirsin'
 
Ev êrîşana êrîşên dijminatiya li dijî Kurdan nîşan dide. Bi van êrîşana diyar dibe ku tifaqa AKP-MHP'ê çiqas ji jinan ditirsin.
 
'Bêdengiya NY'ê nayê qebûlkirin'
 
Li dijî êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê bêdengiya NY'ê nayê qebûlkirin. Em bang li NY, saziyên neteweyî û navneteweyî, hêzên demokratîk, rêxistinên civakî yên sîvîl dikin ku li dijî van êrîşana dengên xwe bilind bikin."