Kesên ku li Wanê hatin binçavkirin dest bi îfadeya wan hat kirin
- 13:34 15 Kanûn 2018
- Rojane
WAN-10 kesên ku li Wanê ketin gireva birçîbûnê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin îfadeya wan li Şaxa TEM'ê tê girtin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştigiriya çalakiya gireva birçîbûnê li Wanê 10 kes ketibûn gireva birçîbûnê. 10 kesên ku li Wanê ketin gireva birçîbûnê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin îfadeya wan li Şaxa TEM'ê tê girtin.
Deh kesên ku hatibûn binçavkirin navên wan wiha ne:"Selahattin Genco, Seher Ataş, Metin Sulin, Abidin Yavuz, Nuri Erol, Rojbin Çetin, Kenan Şan, Mehmet Emin Aydın, Fatma Bor û Cengiz Yerlikaya."