Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan

  • 13:30 15 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Di rojên borî de di encama serdegirtina avahiya HDP'ê ya Amedê de tevî Dayikên Aştiyê gelek kes hatibûn binçavkirin. Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan û gotin ku piştgiriya ji bo çalakiya gireva birçîbûnê berpirsiyariyek wicdanî ye. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştigiriya çalakiya girevê Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya HDP'ê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribû. Polîsna êrîşî kesên ku ketibûn gireva birçîbûnê û tevî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê gelek kes hatibûn binçavkirin. Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan û li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî dan. 
 
'Me deng da wîcdanê xwe'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Makbule Ozbek diyar kir ku ji bo ew têkeve girevê wê li deng daye wicdanê xwe û wiha got:"Ji bo min têxin bin çavan min derb kirin. Dengên qêrîna ciwanan jî dihat diyar bû ku ew jî dihatin derbkirin. Em ji bo aştiyê ketin gireva birçîbûnê lê wan destûr nedan. Bila tu kes bi destên Erdogan negirin. Divê deng bidin çalakiyên girevên birçîbûnê û tecrîd bi dawî bibe."
 
'Bi sedan polîs hatin'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Rahime Înce jî wiha got:"Em Dayikên Aştiyê ne. Qaşo hefteya Mafên Mirovan e lê em hemû kes hatin binçavkirin. Sûcê me tune bû. Leyla jî dayikek e. Ji bo zarok nemirin wê dest bi çalakiyê kir. Bi sedan polîs li serê me kom bûn. Em pêxwas anîn qereqolê. Nehiştin em solên xwe jî têxin piyê xwe. Divê tecrîd bi dawî bibe, daxwaza Leylayê bê qebûlkirin."
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.