7 kesên ku li Îzmirê hatin binçavkirin, hatin girtin
- 12:41 15 Kanûn 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Tevî Dayika Aştiyê Medine Kaymaz 15 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan û 7 kesên ku sewqî adliyeyê hatibûn kirin jî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Di encama serdegirtina malan a di 12'ê Kanûnê de li Îzmîrê pêk hat 22 kes hatibûn binçavkirin. 7 kes bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê","Endamtiya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Tevî Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Karabaglar Meryem Çakmak, Dayika Aştiyê Medine Kaymaz 15 kes bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.