Nadia Murad çû serdana Şengalê

  • 10:58 15 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYA - Nadiye Murad ku di 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin, serdana Şengalê kir. Nadia Murad di destpêkê de çû Kampa Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê û malbatên li kampê ziyaret kir. Nadia piştre jî derbasî gundê Koço ku lê jidayik bûye û di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê komkujî pêk anîbûn, bû. Ji wir jî derbasî navçeya Sinûnê ya Şengalê bû. Li wir ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.
 
Nadia Ji bo gelê Êzidî axivî û qala serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Nadia ji gel re axivî û got; "Ez bi jinên Êzidî serbilind im ku tevî evqas zehmetiyan li ber xwe dan û serî ji tu kesî re netewandin."
 
Nadia Murad qala naverokra hevdîtinê xwe yê bi hekûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê re kir û wiha domand; "Me bi awayekî eşkere ji herêm û Bexdayê re got ku we îradeya Êzidiyan nas nekir û dema Fermanê gelê me nehat parastin.  Me ji hikûmeta Iraqê xwest ku hêzên Êzidî yên li Şengalê bên fermîkirin û alîkariya wan were kirin. Em ê di demek nêzîk de ji bo Şengalê nexweşxaneyekê çê bikin."
 
Piştre Nadia Murad xatir ji Şengaliyan xwest.