Jinên Mexmûrê: Em ê serî li dijî gefên Erdogan netewînin
- 09:09 15 Kanûn 2018
- Rojane
MEXMÛR - Têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê, jinên Mexmûrê bertek nîşan dan û gotin:"Ev êrîşana konsepta şerê tunekirina gelê Kurd e. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê êrîş hene. Dewleta tirk ji bêdengiya hêzên navneteweyî sûdê digire û êrîş dike. Divê ev bêdengî bi dawî bibe û li dijî dewleta tirk helwestek zelal bê nîşandan."
Di 13'ê Kanûnê de ji aliyê dewleta tirk ve di saetên bi şev de Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) bi balafiran hat bombebarankirin. Di encama êrîşa hewayî de 4 welatiyên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan. Derbarê êrîşên dewleta tirk de jinên Mexmûrê diyar kirin ku li dijî hemû zilm û zordestiyê ew ê li berxwe bidin û gotin:"Her dem êrîş li ser Kurdan tê kirin û ev yek bi komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ve girêdayî ye. Gelê Mexmûrê li dijî êrîşan bi hêrs in û ji her demê zêdetir li ser lingan e. Dê nikaribin me têk bibin."
'Her ku ew êrîş dikin em bi hêztir dibin'
Hevseroka Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) Fîlîz Bûdak diyar kir ku gelê Mexmûrê li dijî zordestiyê têkoşîna xwe didomînin û wiha got:"Di 6'ê Kanûna 2017'an de dîsa li dijî Hêzên Parastina Cewherî yên Wargeha Mexmûrê êrîş ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatibû. Ev êrîşa ku hat kirin jî wekî wê êrîşek plankirî bû. Ev êrîşana konsepta şerê tunekirina gelê Kurd e. Dewleta Iraqê jî divê li dijî vê yekê bêdeng nemîne. 25 sal in gelê Mexmûrê li dijî polîtîkayên dagirker li berxwe didin. Her dem dagirkeran xwestine ku Wargeha Mexmûrê belav bikin. Lê gelê Memûrê her dem di asta herî bilind de têkoşîna xwe daye meşandin. Ji îro pê de jî wê bidin meşandin. Her ku ew êrîş dikin em bi hêztir dibin. Em wekî gelê Mexmûrê bi şehîdên xwe serbilind in û em ê heta dawî rêça wan bişopînin."
'Ev êrîşana konsepta şerê tunekirina gelê Kurd e'
Fîlîzê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ev êrîşana konsepta şerê tunekirina gelê Kurd e. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê êrîş hene. Dewleta tirk ji bêdengiya hêzên navneteweyî sûdê digire û êrîş dike. Divê ev bêdengî bi dawî bibe û li dijî dewleta tirk helwestek zelal bê nîşandan. Her dem êrîş li ser Kurdan tê kirin û ev yek bi komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ve girêdayî ye. Gelê Mexmûrê li dijî êrîşan bi hêrs in û ji her demê zêdetir li ser lingan e. Dê nikaribin me têk bibin. Em ê serî li dijî gefên Erdogan netewînin."
'Em vê zilm û heqaretê tu carî qebûl nakin'
Her wiha jina bi navê Xatûn Demîr jî wiha got:"Em naletê li dewleta tirko tînin. Em vê zilm û heqaretê tu carî qebûl nakin. Edogan qetlîamê pêk tîne. Jixwe em ji ber zilma dewleta tirk hatin li kampa mexmûrê bi cih bûn û niha jî dîsa êrîşî vir dikin. Înşallah cenazeyê kurê Erdogan jî bê ber deriyê wî. Em li dijî van qetlîamana bêdeng namînin. Divê em hemû Kurd bibin yek û li dijî vê zilmê bisekinin. Zilim li Kurdan tê kirin lê hemû cîhan ker û lal in. Em vê yekê jî qebûl nakin û em ê her li berxwe bidin."