'Zarok bila nemirin'
- 09:04 15 Kanûn 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Zaroka bi navê Newroz Îsmaîl a ku bûye şahidê zilm û êrîşan diyar kir ku ew dixwaze êdî aştî di nava cîhanê de belav bibe û wiha got:"Zarok bila nemirin û bextewar bijîn."
Zaroka 10 salî ya bi navê Newroz Îsmaîl a ji Gundê Um Huşê û bûye şahidê zilm û êrîşên li ser Efrînê got:"Bila êdî xeyalên zarokan talan nebin."
'Çeteyan tirsek mezin di dilê zarokan de ava kiribû'
Newrozê diyar kir ku çeteyan li pêş çavên wan zilim li gel dikir û wiha got:"Dema çeteyan gundê me dagir kirin li pêş çavên me îşkence li mirovan dikirin. Xeyalên me talan kirin. Ferqî nedixistin nava zarok û mezinan. Zilim li zarokan jî dikirin. Dema ku çeteyan jinek ku serê wê ne girtiye bidîtan zilim hem li wê dikirin hem jî li hevjînê wê dikirin. Çeteyan tirsek mezin di dilê zarokan de ava kiribûn. Li pêş çavên zarokan serê mirovan jê dikirin. Gunehên me zarokan çi ye ku Erdogan ewqas zilmê li me dike?. Rojekê ez derketim derve û kazaxekî pîkin min li xwe kiribû. Çeteyan ez girtim û ji min re gotin tu careke din vî kazaxê pîkin li xwe bike em ê îşkenceyê bi te bikin."
'Bila êdî xeyalên zarokan talan nebin'
Newrozê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku diya min û ez em derdiketin derve ji mecbûrî me kincên dirêj li xwe dikirin. Em li wir ji dibistanên xwe hatin bidûrxistin. Dewsa ku em li derve bilîzin em li hundur hatibûn hepiskirin. Hinek zarok jî perwerde dikirin da ku ji wan xizmet bikin. Çek didan destên zarokan û perwerdeya çekdarî hînî wan dikirin. Ji ber ku êdî me nikaribû li wir îdare bikira, me got em ê birevin. Lê carekê me girtin û îşkence li me kirin. Lê piştre dîsa em reviyan. Niha em li Şehbayê zehmetiyan dikşînin lê em bextewar in ku em ji destên çeteyan hatin rizgarkirin. Ez naxwazim zarok bimirin. Zarok bila nemirin û bextewar bijîn. Bila êdî xeyalên zarokan talan nebin."