ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2018'AN
- 09:00 15 Kanûn 2018
- Rojev
* Zaroka bi navê Newroz Îsmaîl a ku bûye şahidê zilm û êrîşan diyar kir ku ew dixwaze êdî aştî di nava cîhanê de belav bibe û wiha got:"Zarok bila nemirin û bextewar bijîn."
* Zarokên Efrînê yên ku terka xeyalên xwe nakin tevî derfetên kêm bi hunerê mijûl dibin û stranên xwe yên hêviya azadiyê bi hev re dibêjin.
*Piştî ku kevirên parke yên li Taxa Berçelan û Bîçerê ji aliyê qeyyûm ve hatin rakirin, Welatî ji ber berf û barana ku bariya û herî çêbû zehmetiyê dikşînin.
* Têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê, jinên Mexmûrê bertek nîşan dan û gotin:"Ev êrîşana konsepta şerê tunekirina gelê Kurd e. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê êrîş hene. Dewleta tirk ji bêdengiya hêzên navneteweyî sûdê digire û êrîş dike. Divê ev bêdengî bi dawî bibe û li dijî dewleta tirk helwestek zelal bê nîşandan." DÎMEN HEYE
*Emîne Okmen ku 7 mehan di girtîgehê de ma û bi salan ji bo dîtina 3 kurên xwe girtîgeha ku neçûyê nemaye diyar kir ku li dijî binpêkirina mafan û zextan divê ji bo girtiyan piştgirî bê dayîn.
*Karkerên berxwedana flormarê tevî her tiştî berxwedana xwe didomînin. Çalakiya wan ket roja 215’an û ev çalakiya wan berxwedana 81 jinên di fîrmaya Novamed ya 12 sal berê dabûn destpêkirin û 448 rojan berdewam kiribû bibîr dixe.
DÎMEN HEYE
*KESK li dijî krîza aborî, betalî û bêewlehiyê bi dirûşma ‘Bedela krîzê ne kedkar, yên afirandine bila bidin’ wê li Amedê mîtîngê pêk bîne. Jinên kedkarên cemawerî banga tevlîbûna mîtîngê kirin û diyar kirin ku li dijî binpêkirinê li qada bin.
DÎMEN HEYE
*Tevî ku di ser de 5 sal derbas bûye jî der barê çalakiyên Geziyê de dubara lêpirsîn hat destpêkirin. Parêzerê dosyayê Nîhat Can Koçak diyar kir ku bi vê pêkanînê dixwazin çavên civakê bitirsînin û wiha got: “Desthilatdarî ji bo pêşî li çalakî û potansiyela protestoyan bigire pêngavek wisa avêtin.”
*Bendava Keça Qirêl ya li Gêla Amedê rêjeya ava wê bilind dibe û ev jî her tim rê li ber kargeriyên di bin avê de dimîne vedike.DÎMEN HEYE
* Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku sala 2018’an ji bo gelan salek reş bûye û wiha got: “Hewcedarî bi yekitiya hêzek mezin heye. Ji ber em salek di nav de dijhiqûqî, zext û mudaxale hebûn li pey xwe dihêlin. Sala 2019’an ji bo demokratîkbûn û mijara aştiyê derfet e. Hêviya min ev e ku wê sala 2019’an di alî gelan de bi têkoşîn derbas bibe.”
DÎMEN HEYE