Li Şehbayê li dijî êrîşan daxuyanî hat dayin
- 17:33 14 Kanûn 2018
- Rojane
ŞEHBA - Di derbarê gefên Dewleta Tirk ên li ser gelê kurd, Meclîsa Herêma Efrînê li kampa Berxwedan ya li Kantona Şehbayê, bi beşdarbûna gelê Kampê daxuyanî ji raya giştî re da.
Di derbarê gefên Dewleta Tirk ên li ser gelê kurd, Meclîsa Herêma Efrînê li kampa Berxwedan ya li Kantona Şehbayê, bi beşdarbûna gelê Kampê daxuyanî ji raya giştî re da.Di daxuyaniyê de pankertên bi nivîsa wek" Na ji bêdengiya Dewletên Navnetewî re di derbarê Terora Erdoxan, Sekina cizîrê dengvedana berxwedana Efrînê ye, Bese Bêdenigî" , her wiha Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Rêveberiya Komîteya Jin ya Meclîsa Herêma Efrînê Xaton Sultan û zimanê kurdî Cîgirê Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hemudê Ebdo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ev bi salane ku êrîş li ser kurdan tê kirin. Lê gelê kurd bi salan e li dijî terora DAİŞ'ê şer dikin. Divê gelê Kurd neyê çewisandin. Erdogan dixwaza xeyalên xwe yê vegera serdema osmaniyan bi cih bine. Lê ew ê vî xeyalê wî vala derkeve. Ji bo Erdogan xeyalên xwe pêk bîne her êriş dike lê ev êrîşana dê vala derkeve. Em ê li dijî her zextan li berxwe bidin û nehêlin ku dagirker bigihêjin armanca xwe."