'Li dijî hemû êrîşan dê gelê Kurd her dem li ser piya bin'
- 17:12 14 Kanûn 2018
- Rojane
KOBANÊ - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê derbarê êrîşên dewleta tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî hemû êrîşan gelê Kurd her dem li ser piya bin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê derbarê êrîşên dewleta tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî hemû êrîşan gelê Kurd her dem li ser piya bin. Daxuyanî li navenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kobanê hat xwendin. Daxuayanî ji aliyê Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Nesrîn Kanian ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi navê rêveberiya xweseriya demokratîk ya herêma Firatê, em êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengal û Mexmûrê û gefên Turk yên li ser bakurê Sûriyê ku armanca wê aramî û ewlehiya herêmê tevlîhev kirine, şermezar dikin. Mebesta dewleta tirk guhertina demografiyê ye. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîşana dawî li bêgengiya xwe bînin."