‘Berxwedana li dijî hovitiyê hat dayîn ji bîr nakin’

  • 15:16 14 Kanûn 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - HDP’ê  3’emîn  salvegera dorbêçkirina Geverê bi daxuyaniyeke şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê kurd dê wê hovitiyê tu car ji bîr neke û got ku berxwedana li dijî hovitiyê hatiye dayîn ew pê serbilind in. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê bi minesebeta 3’emîn salvegera dorbêça Geverê bi daxuyaniyeke qedexe û dorbêç  şermezar kir. Bi tevlîbûna rêxistinên HDP,DBP’ê Daxuyanî li avahiya HDP’ê pêk hat. Daxuyanî ji aliyê rêveberê HDP’ê Orhan Keskîn ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê dorbêç û qirkirina ku hikûmetê li ser gel pêk anî ji bîr nekin û wiha got:” Hikûmeta AKP’ê bi dorbêç û qedexeyan bi gel salên 90’î careke din da jiyîn. Di dema dorbêçan de her amûrekî tundiyê bi kar anîye û bi êrîşên li dijî mirovahiyê li ser gel ferz kirîne. Gelê kurd dê vê hovitiyê tu car ji bîr neke. Ew hovitiya ku li ser  bajerên kurdan pêk hatî em ê ji bîr nekîn, lê em ê berxwedana ku li dijî vê hovitiyê hatiye dayîn jî ji bîr nekîn. Em bi Mehmet Tunc û kesên mîna wî serbilind in.”