Kesên di dema dorpêçê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
- 14:18 14 Kanûn 2018
- Rojane
MÊRDÎN – HDP'a Mêrdûnê bi minasebeta 3'emîn salvegera dorpêça li Nisêbîn, Dêrîk û Kerboranê ku di 14'ê Kanûna 2015'an pêk hat û di encmê de nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan daxûyanî da û mewlud da xwendin.
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdûnê bi minasebeta 3'emîn salvegera dorpêça li Nisêbîn, Dêrîk û Kerboranê ku di 14'ê Kanûna 2015'an pêk hat û di encmê de nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan daxûyanî da û mewlud da xwendin.
Li Nisêbînê di merasîma bîranînê ku hat kirin de Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, endam û rêvebirên navçeyan û gellek welatî tevlî bûn. Bîranîn li avahiya HDP’ê pêk hat. Di serî de ji bo kesên jiyana xwe dest dane mewlûd hat xwendin. Piştî xwendina mewlûdê Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Samiye Demir daxûyanî xwend.
Samiye daxuyananiya ku xwend de wiha got: " Di 14’ê Kanûna 2015’an de bajarên Kurdistanê hatin dorpêçkirin û qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di ser vê qedexe û dorpêçê re 3 sal derbas bû. Di encma êrîşên ku hatin kirin de bi sedan sivîlan jiyana xwe dest da, cih û warên gel hatin hilweşandin. Di encama vê dorpêçê de mafê gel hat binpêkirin. Hemû bajar ji ber top û çekên giran ku hatin bikaranîn zirareke mezin dîtin û heta niha jî nayên bikaranîn. Dorpêç bû sedema tunekirina çand û hilweşandina mirovahiyê.”
‘Me serî netewand û em ê netewînin’
Samiye, di dirêjiya axaftina xwe de got ku ji bo tevgera siyasî ya gelê kurd bê gûherandin “hilweşandina bajaran” kirine dewrê û wiha pêl da axaftina xwe: “Li bajaran ji bo muxalefetê tune bikin polîtîqayên siyasî kirin dewrê. Bara û navçe ahtin hilweşandin û di bodiman de mirovên ku hatin kuştin bi rojan di kolanan de hatin sekinandin. Birîndarên ku mirin li şûna ku cenazeyê wan di morgande bê hilanîn gel mecbûr ma ku di sarincan de bigire. Bi parçekirina bedenên zarokên me azadiya civakê jî parçe kirin. Dîmenên hovene ku di wê demê de derketin holê dê tu carî ji bîra gelê kurd neçin. Em tu carî vê hovîtiyê û li dijî vê berxwedana ku hatiye dayîn ji bîr nakin. Di abluqayan de sûcê mirovahiyê hat kirin. Gelê kurd dê tu carî Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Sevê Demîr, Pakîze Nayir, Berjîn Demîrkaya, Azîz Yural, Rohat Aktaş, Rozarîn Çukur û hemû berxwedêran ji bîr neke. Me serî netewand û em ê netewînin.”
‘Gelê kurd têkoşîna xwe berdewam dike’
Piştre Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî. Pero, bi lêv kir ku qqedexeya derketina derve ku li bajarên Kurdistanê hat îlankirin li dijî azadiya gelê krud e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Balafirên ku duh êvarê êrîşî Şengal û Mexmurê kirin jî bi heman helweta tunekirinê ev êrîş pêk anîn. Li ku derê gelê kurd heye tim di hedefa AKP’ê de ye. Gelê kurd tu carî li dijî polîtîqayên qirkirinê serî netewand. Gelê kurd têkoşînê berdewan dike.”
Bîranîn bi çepikan bi dawî bû.