Jinên Ranyayî li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê
- 13:37 14 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ji bo tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û piştgiriya Parlementera HDP’ê Leyla Gûven, li navçeya Ranyayê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven, li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê jinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Çalakî bi pêşengiya RJAK’ê dest pê kir. Endamên Kongreya Star û jinên Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî wê rojekê bidome.