Baxçeyên Hewselê di bin avê de man
- 12:33 14 Kanûn 2018
- Ekolojî
AMED - Piştî deriyekê Bendava Dîcle teqiya nêzî 6 metreyan Çemê Dîcle bilind bû û di serî de Baxçeyên Hewselê gelek zeviyên çandiniyê di bin avê de man.
Hat diyar kirin ku ji ber barîna zêde ya di rojên dawî de, bi armanca hevsengiya ava zêde ya Bendava Dîcle ya navçeya Gêlê a Amedê 3 deriyên bendavê duh bi şev hatin vekirin û piştî demekê deriyek diteqe û ber avê dikeve. Ji ber bilind bûna Çemê Dîcle 2 deriyên bendavê tên girtin û bi awayekê pir zêde av ji bendavê diherike.
Çem Dîcleyê 6 metreyan bilind bû
Beşek rêya bendavê ji ber ava şid hilweşiya û dîsan pira Dîcle ya nêzî bendavê bi rîska hilweşînê re rû bi rû ye. Ava ku heya qadên daristanê bilind bûyî, hinek dar ji kokê de rakirin. Li gorî agahiyên ji rayedaran hatin girtin, 6 metre av bilind bûye û 9 metre jî fireh bûye.
Bendemayîn berdewam e
Ava ku ji duh şev de bi awayekê bêkontrol ji bendavê dihereke bû sedema mirina gelek masiyan û welatiyên ku ji ber bilindbûna avê malê xwe ter kirin, li bendê ne ku av kêm bibe.
Hat diyarkirin ku li aliyê din jî Bendava Devegeçîdî jî mîna Bendava Dîcle pir tije bûye.