Leyla Guven: Ez di wê baweriyê de me ew ê hemû tişt ber bi başbûnê ve biçe

  • 12:25 14 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Leyla Guven bi rêya telefona ku bi keça xwe Sabiha Temizkan re pêk anî peyam da ku ew baş e û moralê wê ne xirab e û got:"Ez di wê baweriyê de me ew ê hemû tişt ber bi başbûnê ve biçe."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê ket roja xwe ya 37'emîn. Keça Leyla Guven, Sabiha Temizkan bi rêya telefonê peyama Leylayê ragihand.
 
Sabihayê wiha got:"Di roja çalakiya gireva birçîbûnê ya 37'emîn de ez bi diya xwe re bi rêya telefonê axivîm. Dengê wê xweş dihat. Diyar kir ku moralê wê baş e. Ew bi hêviye ku ew ê çalakiyên gireva birçîbûnê bi awayekî erênî bi encam bibe."