Di encama êrîşên TSK'ê de li Mexmûrê 3 jin û zarokek hatin kuştin

  • 11:24 14 Kanûn 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Hat diyar kirin ku li Mexmûrê kesên di encma êrîşên balafirên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane 3 jê jin û yek jî zarok e. 
 
Balafirên dewleta tirk duha saet li dora 21.00'an li Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) êrîş pêk anî û di encamê de 4 kesî jiyana xwe ji det da. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan vê sibehê nasnameyên wan aşkera bûn. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Meclisa Gel a Mexmûrê ve hat dayîn de hat diyar kirin ku di êrîşa duh êvarê pêk hat de ji heman malbatê dayik, keça wê û nevîyê wê hatine kuştin.
 
Meclisa Gel a Mexmûrê diyar kir ku di êrîşê de jina 73 salî Asya Alî Muhammed, keça wê ya 26 salî Narînç Ferhan Qasim, Nevya wê ya 14 salî Evîn Kawa û Eylem Muhammed a 23 salî ye. 
 
Herwiha di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku malabt dema êmê sewalên xwe dikirin bi êrîşê re rûbirû maye. 
 
Piştî êrîşa şevîdin di saetên serê sibehê de gelê kampê ku şiyar bû dîsa li qada gund top bû. Li ayekî din jî li kampê tu kargeh nehatin vekirin.
 
Li gorî daxuyaniya Meclisa gel wê îro ji bo kesên ku di encma êrîşan de jiyana xwe ji dest dan saet di 13.00 de merasîma cenaze bê lidarxistin.