Êrîşên dewleta tirk li Ewropayê hatin şermezarkirin
- 10:47 14 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan tên protestokirin.
Balafirên şer ên dewleta tirk , duh bişev saet li dora 21.00'an de Wargeha Mexmûrê ku li nav sînorê başûrê Kurdistanê ye û Şengal a ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rigarkirin bombeberan kirin. Di encma bombebarana ku hat kirin 4 kesî jiyana xwe ji dest dan û li kampê zerarek mezin pêk hat. Gelê ku piştî êrîşan derket derve bi dirûşman bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk da û êrîş şermezar kirin.
Şengal jî hat bombebarankirin
Di heman saetê de Şengala ku ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin jî hat bombeberankirin. Piştî ku balafirên dewleta tirk gundê Sikeniyê yê Şengalê bombaran kir, gundiyên ku li qada gund kom bûn êrîş şermezar kirin.
Piştî êrîşên hatin kirin li Ewropayê jî li ser banga KCDK- E'ê kurd û dostên wan daketin kolanan û êrîş şermezar kirin.
Swêd
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin. Kurdistanî li ber Gara Trenê li hev civiyan û pankartên bi nivîsa "Komkujiyên li Kurdistanê rawestînin", "Dewleta Tirk ji Rojava bicehime" hildan.
Almanya
Êrîşên dewleta Tİrk li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê jî hatin şermrezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe saet 21:30'î li ber HBF'ê li hev civiyan û alên YPG, YPJ û pankarta bi nivîsa "Erdogan li Kurdistanê komkujiyan dike" vekirin. Çalakger piştre heta meydana Haûtpwacheyê meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Qisekeran gotin, êrîşên dîktator Erdogan ên li ser Şengal û Mexmûrê êrîşên namerdî ne û Kurdistaniyên li Ewropayê wê li dijî van êrîşan timî çalakiyan li dar bixin. Ji bo mîtînga sibe ya li meydana Haûptwacheyê ku saet 15'an dest pê bike, banga tevlîbûnê hate kirin.
Êrîşkariya dewleta Tirk li bajarê Stûttgart ê Almanyayê hate şermezarkirin. Kurdistaniyên bi vê armancê daketin qadan bi qasî 2 kîlometreyî meşiyan û li HBF'ê çalakiya bê îteatiya sivîl kirin. Di çalakiyê de işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî hate kirin.
Li barê Kolnê jî, Kurdistaniyên ji bajarên Troîsdorf, Eûskîrchen, Bonn, Bergheîm û Bergîsch Gladbachê hatin, li ber dêra Domê li hev civiyan û dewleta Tirk şermezar kirin.
Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Hîldesheîm ê Almanyayê jî hatin şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan li nava HBF'ê kom bûn û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Şêx Îskender li çalakiyê axivî û got, dewleta Tirk a dagirker di asta herî bilind de dijminatiyê li Kurdan dike. Bi dewamî, bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî êrîşan şermezar kir.
Fransa
Dewleta Tirk li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî ji ber êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê hate şermezarkirin. Çalakî li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Marsîlyayê pêk hat û tim û tim dirûşmên "Terorîst Erdogan, hevkar Ewropa", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn. Cevat Guney li vir axivî û diyar kir, sedema bingehîn a êrîşan bêdengiya Ewropayê ye.
Awusturya
Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî tevî dostên xwe daketin qadan. Çalakî li ber avahiya Operayê pêk hat û girseya gel piştre ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan", "Bijî Yekîtiya Kuridstanê", "Bijî PKK", "Bijî HPG" hatin berzkirin.
Swşsre
Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin şermezarkirin. Girseya gel li Stasyona Navendî ya Baselê li hev civiya û bi meşekê êrîş şermezar kir.