Aysel Tufan a ku di bin çavan de hat derbkirin: Yên sûcdar ew in

  • 10:38 14 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Yesure Aysel Tufan tevî 25 aktivîstên TJA'yê hatibû binçavkirin. Yesureyê diyar kir ku ew di dema binçavkirinê de hatiye derbkirin û wiha got:"Sûcê me tune ye. Kesên ku îradeya gelan dixe nava çar dîwaran sûcdar in. Em ê tu carî gav paş de neavêjin."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştigiriya çalakiya gireva birçîbûnê 25 aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Ji ber çalakiya gireva birçîbûnê 25 aktivîstên TJA'yê hatibûn binçavkirin û piştre hatin berdan. Aktivîstên ku hatibûn binçavkirin anîn ziman ku polîsan ew derb kirine. 
 
'Daxwaza Leyla daxwaza hemû gelê Kurd e'
 
Yesure Aysel Tufan (58) anî ziman ku dema polîsan ew kirine bin çavan heqaret li wan kirine û wiha got:"Hemû girtiyên di girtîgehan de zarokên me ne. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin wan. Leyla Guven ji bo gel û ji bo Birêz Ocalan ket gireva birçîbûnê. Heger daxwazên wê neyên cîh ew ê rewşa wê xirab bibe. Divê daxwazên wê bên qebûlkirin. Daxwaza Leyla daxwaza hemû gelê Kurd e." 
 
'Polîsan me bi erdê kaş kirin'
 
Yesureyê wiha got:"Em li ba Leylaya ku ji bo bedena xwe da ber birçîbûnê ne. Polîsan girt ser eywana gireva birçîbûnê. Em ji cihê xwe ranebûn. Polîsan me bi erdê kaş kirin û me derb kirin. Heta ku me li wesayetê siwar kirin heqaret li me kirin. Polîsan ji me re gotin 'Herin berateyên xwe yên li serê çiya bidin hev, çi ji we re gireva birçîbûnê'. Heta ku em çûn nexweşxaneyê me derb kirin û heqaret li me kirin. Bijîşk em muayene nekir. Tenê ez nehatim derbkirin. Dayika Mişeref jî her derê wê mohr bûbû. Ew jî hatibû derbkirin."
 
'Ger wicdanê wan heba bi ser eywana gireva birçîbûnê de nedigirtin'
 
Yesureyê herî dawî wiha got:"Em ji bo gelê xwe û zarokên xwe ketine gireva birçîbûnê. Em ji tu kesekî natirsin. Em ne sûcdar in. Kesên ku îradeya gelan di nava çar dîwaran de dîl digire sûcdar in. Yên ku me derb dikin bila fedî bikin. Ger wicdanê wan heba bi ser eywana gireva birçîbûnê de nedigirtin. Dema em çû bijîşk me got polîsan me derb kiriye polîsan jî gotin 'Wan li xwe wer kirine'. Ev bê wîcdanî ye. Vana ne mirov in. Ez dîsa dibêjim em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin û gavê paş de neavêjin."