Li Payîzava xizmeta qeyûm: Xanî, dikan û baxçe tên hilweşandin

  • 09:19 14 Kanûn 2018
  • Rojane
WAN - Li Payîzava ji aliyê qeyûm ve bi hinceta ‘çêkirina rê’, xanî, dikan, axûr û baxçe tên hilweşandin. Jinan diyar kirin ku hemû Payîzav mexdûr kirine.
 
Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yên hatin derxistin dest danîn ser 95 şaredariyên DBP’î û qeyûm hatin tayînkirin. Bi tayînkirina qeyûman re 35 jê jin 110 şaredar hatin girtin. Li navçeya Payîzava ya Wanê di 2014’an de hevşaredar Yildiz Çetîn û Zekî Yildiz ji sedî 55 deng girtin û hatin hilbijartin. Qeymeqam Osman Dogramaci tayînî şûna wan hat kirin. Şêniyên navçeyê diyar kirin ku ji roja qeyûm hatiye tu xebat ji gel re nehatiye kirin û bi hinceta ‘rê çê dikin’ xanî, dikan, axur û baxçeyên li ser erseyên bi tapo hilweşandine.
 
‘Em ê bi alavan re xera bikin’
 
Bîrsen Yaba bertek nîşan da û bi lêv kir ku qeyûm ji bo gel tu xizmet nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotin wê axûrê li ser ersa me ya bi tapo ye xera bikin. Ev zordarî ye. Tu rêbaz jî nedan pêş me. Gotin ‘hefteyek ji bo we dem, hûn alavan dernexin wê bi alavan bê hilweşandin’. Em ji tirsan nikarin biçin mutbexê. Av tê. Em avê bi satilan dikşînin. Li şûna şaredarî alîkariyê bide me axurê me xera dike. Ji roja hatine ji bilî hilweşandinê tiştek nekirine. Em êdî vê zilmê naxwazin.”
 
‘Qeyûm em perîşan kirin’
 
Jina bi navê Leyla Sekvan jî daxuyakirin ku dikana wan a li ser erseya wan bi tapo ji aliyê qeyûm ve bi hinceta çêkirina rê hatiye hilweşandin û ev tişt anî ziman: “Ji bo em zarokên xwe bidin xwendin me xwest em tiştekî bikin. Me bi kedek mezin dikan vekir. Bi biryara qeyûm dikana me xera kirin. Em perîşan kirin. Alavên me hemû li derve ne. Madem zirar li me kirin bila mafê me bidin me. Bi nanê me lîstin.”
 
Dar hatin birîn
 
Bulbul Can jî destnîşan kir ku baxçeyê wê hatiye talankirin û wiha got: “12 darên hirmî, 5 darên sêvan birîn. Min ew dar bi destê xwe çandibû. Min mezin kir. Ketin ersa min a bi tapo û li gorî serê xwe rê çê dikin. Ev zilm e. Hilbijartinên herêmî tên. Em ê şaredariya xwe dîsa ji wan bigirin.”