Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Divê em bibin piştgirên qêrîna Leyla Guven

  • 09:11 14 Kanûn 2018
  • Rojane
Kevser Ozkaynak
 
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît çalakiya Leyla Guven wek ‘qêrînekê’ nirxand û wiha got: “Birêz Leyla Guven li dijî pêkanînan dibêjê ‘Êdî bes e’. Em bi hikûmetek ku ji vê têkoşînê ditirse re rû bi rû ne. Ji bo em dereng nemînin divê em dengê xwe bilind bikin. Divê em ji vê qêrîna mafdar re bibin piştgir.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKKK’ê Abdullah Ocalan bişkê li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi grevê kir di roja 37’ê de ye. Girtiyên siyasî yên li girtîgan jî di 27’ê Mijdarê de bi armanca piştgiriya çalakiya Leylayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kirin û di roja 16’emîn de ye.
 
Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven bang kir û got rewşa tenduristiya Leylayê xera bûye û wiha got: “Leyla beriya bikeve girtîgehê jî pisgirêkên tenduristiya wê hebûn. Giranbûna rewşa tenduristiya wê girêdayê grevê wê pêş bikeve. Mijara divê em li ser bisekinin eve ku çima hîna bersiva çalakiya Leylayê nehatiye dayîn.”
 
‘Dixwazin hebûna Birêz Ocalan ji holê rakin’
 
Gulîstanê di berdewamiyê de balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Em desthilatdariye ku bi tu awayî bersiv dane bangên rayagiştî re rû bi rû ne. Wezareta Dadê û rayedarên hikûmetê di vê mijarê de daxuyaniyekê nadin û serlêdanên parêzeran her carê bi hincetên vala red dikin. Em li vir behsa îşkence û kuştinekê dikin. Bixwazin hebûna Birêz Ocalan ji holê rakin."
 
‘Divê ev qêrîn bê belavkirin’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven qêrîneke û wiha pê de çû: “Birêz Leyla Guven ji her pêkanînekê re dibêje ‘Êdî bes e’. Divê em vê serhildanê belav bikin. Gel, siyasetmedar, girtî û gelek sazî ji bo Leylayê dest bi grevê kirin. Em bi hikûmetek ku ji berxwedanê ditirse re rû bi rû ne. Divê em bi ser vê tirsê de biçin. Divê em xeta têkoşînê bilind bikin, xwedî li çalakiyê derkevin.”
 
‘Divê demildest hikûmet pêngavê bavêje’
 
Gulîstanê her wiha daxuyakirin ku divê hikûmet demildest gavê bavêje û ji bo çalakiya Leylayê bi dawî bibe mekanîzmayeke hevdîtinê ya mayînde bê avakirin.