Endama Platforma Jinan Eylem: Lêpirsîn êrîş e

  • 09:09 14 Kanûn 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Endama Platforma Jinan a Şahmaran û Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak derbarê lêpirsînê wê û hevalên wê hatiye vekirin de axivî.  Eylemê diyar kir ku lêpirsîna li wan hatiye vekirin wekî êrîş bi nav kir.
 
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhan de jinên Endamên Platforma Şahmaran ya Mêrdînê xwestibûn tundiya li ser jinê şermezar bikin û ji qeyemeqamtiya Mêrdînê ji bo çalakiyên ku bên kirin destûra fermî hatibû girtin. Endamên Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şahmeranê  li dijî hemû astengiyan li Parka Karrayollari hatibûn li gel hev û bi daxuyaniyeke ku dan û çalakiya rûniştinê ku li dar xistin tundiya li ser jinê şermezar kirin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ji ber daxûyanî xwendin û çalakiya rûniştinê li dar xistibûn di derbarê endama platformê Eylem Ergun de li ser daxwaza Qeymeqamê Artukluya Mêrdîn bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye, dewleta tirk û netewa wê biçûk xistiye” lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî ku derbarê Eylem Ergun de lêpirsîn hat vekriin derbarê 12 kesên din ku  tevlî daxûyaniyê bûne de jî lêpirsîn hat vekirin. Ji van kesên ku deraberê wan de lêpirsîn hat destpêkirin yek jî Endama Platformê  û Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak e. Eylem Amak derbarê mijarê de axivî.  
 
Eylem, anî ziman ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Mêrdînê xwestine ku çalakiyan li dar bixin û çalakiyên wan ji aliyê Qeymaqemê Mêrdînê ve hatine astengkirin û wiha got: “Li gel ku beriya em çalakiyên xwe pêk bînin destûr dan me Me di serî de daxuyanî xwend û piştre jî çalakiya rûniştinê li dar xist.  Ji ber ku me çalakiya rûniştinê li dar xist lêpirsîn derbarê me de hat vekirin. Çalakiya rûniştê ya ku me li dar xist ji hêla neyînî ve bandor li gel nekir û me rê yên Mêrdînê negirtin. Çalakiyên me ne îlegal legal bûn û li gel vê jî derbarê me de lêpirsîn hat vekirin.”
 
‘Em vê pêkanînê wekî tundiya li ser jinê dibînin’
 
Eylem, diyar kir ku ew lêpirsîna di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê  Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Cîhan li wan hatiye vekirin şermezar dikin û wiha got: “Lêpirsîna ku ji ber çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li me hatiye vekirin wekî  tundiya li dijî jinê dibînin. Em wê rojê li dijî tundiya li jinê ji bo azadiyê hatin li gel hev. Me bi çalakiyên xwe xwest ku êrîşên li dijî jinê tên kirin bên sekinandin. Em wek Platforma Jinan a Şahmaran am Mêrdînê tundiya li dijî jinê careke din şermezar dikin. Me tim azadî û wekhevî parast. Îro îktîdarê ji ber ku me azadî xwestiye û me mafê xwe parastiye  derbarê me de lêpirsîn vekiriye. Li ser lêpirsîna ku li me hat vekirin em çûn me li Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê Îfade da.  Lê hîna derbarê mijarê de tu encam ji me re nehatiye ragihandin.”
 
‘Em heta niha nesekinîn û nesekinin’
 
Eylem, di dawiya axaftina xwe de got ku jin tim mafdar e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku jin îro rastiyan diparêze û doza mafên xwe dike, ji her hêlê ve êrîş li dijî jinê tê kirin. Ev lêpirsîna ku derbarê me de hatiye vekirin jî êrşk e. Lê em ê jin tim li pey rastiyan bin û em ê tim dest bidin destên hev. Em ê wek  Platforma Jinan a Şahmaran  her tim li dijî van êrîşên ku li dijî jinan tên kirin bisekinin. Em heta niha nesekinîn û nesekinin jî.”