'Hebûna gelekî bi asta têkoşîna wî gelî diyar dibe'
- 09:08 14 Kanûn 2018
- Rojane
Sozda Oremar
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li dijî tundiyê her dem serî hildidin û hevjînê wan di oxira doza têkoşîna kurd de jiyana xwe ji dest dane gotin:"Em bi berxwedêrên azadiyê yên ku di oxira doza Kurd de jiyana xwe ji dest dan serbilind in. Hebûna gelekî bi asta têkoşîna wî gelî diyar dibe. Em ê jî ji bo hebûna xwe her asta têkoşîna xwe mezintir bikin."
Di encama êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên di 20'ê Çile de dest pê kiribû gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku serî hildan û jiyana xwe ji dest dan li dû xwe bîranînek hiştin. Piştî êrîşan gelê Efrînê mecbûr mabûn ku koçî Şehbayê bikin. Gelek jinên ku koçî Şehbayê kirin hevjînê wan di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dan û bûn berxwedêrên dîrokê. Niha jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dan tevî zarokên xwe ji bo parastina hebûna xwe têkoşîna jiyanê didin.
'Dê xeyalên neyaran ên qirêj têk biçe'
Selwa Mihemed a xwediyê 3 zarokî ye dibêje:"Ez û her sê zarokên xwe yên bi navê Heval, Ronahî û Rojbîn niha li Şehbayê têkoşîna jiyanê didin û em şopdarê berxwedêrên xwe yên ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dane ne. Ez bi şehadeta hevjînê xwe Loqman serbilind im. Loqman digot ez ji bo azadiya zarokên xwe şer dikim. Dê neyar tu carî nikaribin ku me ji rastiya jiyana me û têkoşîna me dûr bixînin. Di heman demê de ez xwişka şehîda me jî. Bila Erdogan baş bizanibe ku dê axa me bê rizgarkirin. Efrîn a me ye û dê serkeftin jî ya me be. Dê xeyalên neyaran ên qirêj têk biçe."
'Ez bi şehadeta hevjînê xwe serbilind im'
Jina bi navê Şervin Reşîd a ku hevjînê wê Rifat jiyana xwe di serîhildana berxwedana serdemê de ji dest da wiha got:"Dagirkeran xwestin ku bi tank û topên xwe çavên gel bitirsînin. Lê ji bo azadiya xwe em ê her bedelên giran bidin da ku neyar negihêjin armanca xwe. Em tu carî moralê xwe xera nakin û em ê li ser esasên felsefeya Rêberê xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ez bi şehadeta hevjînê xwe yê ku di oxira doza azadiyê de şehîd ket serbilind im."
'Hevjînê min ji bo rûmeta xwe şehîd ket'
Dayika sê zarokan Besîme Yusuf a ku hevjînê wê jî di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest da wiha got:"Hevjînê min ji bo rûmeta xwe şehîd ket. Li vir bi sedan zarok, xwişk, dayik û bavên şehîdan hene. Em hemû alîkariya hev dikin û ji hev re dibin moral. Şehîdên me sedema jiyana me ye."
'Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê her şopdarê doza wan bin'
Hevjîna berxwedêr Mihemed, Huriye Reşid jî wiha got:"Li Efrînê dewleta tirk bi awayekî hovane êrîş kirin. Lê em netirsiyan û me heta dawî têkoşîna xwe domand. Jinan di berxwedana serdemê de têkoşînek mezin dan. Me carek din dît ku dagirker dê nikaribin îradeya me bişkînin. Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê her şopdarê doza wan bin."
'Hevjînê min zarokên xwe nedît'
Hevjîna Berxwedêr Sîpan, Zelox Bila ku xwediyê du zarokan e wiha got:"Hevjînê min zarokên xwe nedît. Ronî û Nûrî niha bi hesreta bavê xwe dijîn. Lê çi dibe bila bibe em ê her şopa şehîdên xwe bişopînin. Felsefeya Rêberê me ji bo me rastiya jiyanê ye. Loma em ê li ser vê esasê têkoşîna xwe ya azadiyê tevî zarokên xwe dewam bikin."
'Hebûna gelekî bi asta têkoşîna wî gelî diyar dibe'
Hevjîna berxwedêr Menal, Fatma Hecî jî wiha got:"Me li dijî êrîşên neyaran û dagirkeran tu carî bejna xwe netewand. Her çiqas bi planên qirêj êrîş bikin jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em bi berxwedêrên azadiyê yên ku di oxira doza xwe de jiyana xwe ji dest dan serbilind in. Hebûna gelekî bi asta têkoşîna wî gelî diyar dibe. Em ê jî ji bo hebûna xwe her asta têkoşîna xwe mezintir bikin."