'Em ê kevneşopiya xwe her zindî bikin'
- 09:05 14 Kanûn 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Jinên Kurd ên Êzidî yên Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew di nava zehmetiyên koçberiyê de têkoşîna jiyanê didin û gotin:"Em ê kevneşopiya xwe her zindî bikin û dev ji baweriya xwe bernedin."
Jinên Kurd ên Êzidî yên Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne bi zehmetiyên mezin hewl didin ku li ser piyên xwe bimînin. Jinên Kurd ên Êzidî yên Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew her dem ji ber baweriya xwe bi tundî û êrîşan rû bi rû mane û gotin:"Em ji çand, kevneşopî û baweriya xwe hez dikin. Em li Şehbayê jî tevî zehmetiyên koçberiyê kevneşopiya xwe diparêzin."
'Em li vir bi awayekî azad dikarin ola xwe bijîn'
Jina bi navê Fatme Ehmed Mamo ya ji gundê Qîbarê da zanîn ku çiqas dewleta tirk êrîşa wan kir jî wan bejna xwe netewandine û wiha got:"Dema dewleta tirk êrîşî Efrînê kir di heman demê de cihên olî yên êzidiyan û di heman demê de cihên dîrokî yên Efrînê hilweşandin. Em mecbûr man ku derbasî Şehbayê bibin. Niha em li vir li berxwe didin. Em li vir bi awayekî azad dikarin ola xwe bijîn. Niha em rojiyê digirin. Dema rojî qediya jî em hemû li hevdu kom dibin û xwarina xwe dixwin. Bila Erdoganê ku ola mirovan hedef digire baş bizanibe ku em ê tu carî bejna xwe li ber wî netewînin û têkoşîna xwe bidomînin."
'Em ê kevneşopiya xwe her zindî bikin'
Her wiha Mamosteya Olê ya Êzidiyan Meryem Cindo jî wiha got:"Em li Şehbayê ola xwe bi awayekî azad dikarin bijîn. Ev ji bo pêşketina demokrasiyê bingehek xurt e. Lê yên ku dewleta tirk bi rê ve dibin her dijmintiya olên cuda dikin. Lê tevî hemû zordestiyan dîsa jî me dev ji têkoşîn û kevneşopiyên xwe bernedan. Em ê kevneşopiya xwe her zindî bikin û dev ji baweriya xwe bernedin. Em ji çand, kevneşopî û baweriya xwe hez dikin. Em li Şehbayê jî tevî zehmetiyên koçberiyê kevneşopiya xwe diparêzin. Her wiha em di wê hêviyê de ne ku dê rojek Efrîn rizgar bibe û em ê vegerin ser axa xwe."