Di şaredariya Ehrezê de rengê jinê

  • 09:04 14 Kanûn 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Hevseroka Şaredariya Navçeya Ehrezê Sîham Elî Elom diyar kir ku berî ku Şehba bê rizgarkirin jin ji gelek mafên xwe bêpar dihatin hiştin lê niha di her qadê de dikarin bixetin û wiha got:"Jin niha di şaredariye de jî dixebitin û rolek çalak di nava xebatê de dilîzin."
 
Berî ku Şehba ji çeteyan bê rizgarkirin jin bi êrîşên cur ber cur rû bi rû diman û ji mafên xwe yên herî rewa bêpar dihatin hiştin. Lê piştî ku Şehba ji çeteyan hat rizgarkirin şûnde jinan di her qadê de bi awayekî çalak cihên xwe girtin. Yek ji qadên ku jin bi awayekî çalak lê xebatê dimeşînin şaredarî ye. Têkildarî mijarê de Hevseroka Şaredariya Navçeya Ehrezê ya Şehbayê Sîham Elî Elom got:"Niha li Şaredariya Ehrezê jin jî di qada xebatan de cihê xwe digirin û her wiha di qada hevserokatiyê de jî rola xwe dilîzin. Berê jinan nikaribûn mafên xwe bi dest bixistan lê niha jin bi awayekî çalak di her qadê xwe xwedî rolek taybet e."
 
'Jin bi her cureyê tundiyê rû bi rû hatin hiştin'
 
Sîhamê da zanîn ku jinên li Şehbayê her dem ji bo azadiya xwe li berxwe dane û wiha got:"Jinên li Şehbayê ji ber çeteyan gelek tundî û zehmetî dîtin. Jin bi her cureyê tundiyê rû bi rû hatin hiştin. Lê niha ev rewş guhert. Jin êdî dikarin bi awayekî azad xwe îfade bikin. Niha li Şaredariya Ehrezê jin jî di qada xebatan de cihê xwe digirin  û her wiha di qada hevserokatiyê de jî rola xwe dilîzin. Berê jinan nikaribûn mafên xwe bi dest bixistan lê niha jin bi awayekî çalak di her qadê de xwedî rolek taybet e.Jin niha di şaredariyê de jî dixebitin û rolek çalak di nava xebatê de dilîzin. Jin li şaredariyê di beşên cuda de dixebitin."
 
'Şaredarî ji bo gel xizmetê dike'
 
Sîhamê destnîşan kir ku ew ji bo xizmeta gel çi ji destên wan tê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Şaredarî ji bo gel xizmetê dike. Em hewl didin ku tu kêmasiya gel nemîne. Rêyên ku çeteyan xera kiribû me çê kir. Niha hîn xebat didomin. Her wiha ji bo pêdiviyên gel ên zivistanê jî em dixebitin. Di heman demê de ji bo hişmendiya jinê û bi vê yekê girêdayî hişmendiya civakê pêş bikeve me xebatên çalak dan meşandin û hîn ev xebat didomin. Ji bo civakek azad û pêşketî em ê her di xizmeta gel de bin."