ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 14 Kanûn 2018
  • Rojev
*Zelîxe Heyder a ji Hesekê ku pincarên xwezayî dide hev diyar dike ku hem ew tenduristiya xwe bi vî awayî diparêze hem jî pê debara xwe dike û dibêje:"Mirov her çiqas nêzî xwezayê be ewqas ji bo tenduristiyê baş e. Em jî pincarên xwezayî didin hev û li tenduristiya xwe baldar in. Di heman demê de jî çêja pincarên ku em didin hevdu gelek xweş e."
 
*Hevseroka Şaredariya Navçeya Ehrezê Sîham Elî Elom diyar kir ku berî ku Şehba bê rizgarkirin jin ji gelek mafên xwe bêpar dihatin hiştin lê niha di her qadê de dikarin bixetin û wiha got:"Jin niha di şaredariye de jî dixebitin û rolek çalak di nava xebatê de dilîzin."
 
*Jinên Kurd ên Êzidî yên Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew di nava zehmetiyên koçberiyê de têkoşîna jiyanê didin û gotin:"Em ê kevneşopiya xwe her zindî bikin û dev ji baweriya xwe bernedin."
 
*Jinên Efrînê yên li dijî tundiyê her dem serî hildidin û hevjînê wan di oxira doza têkoşîna kurd de jiyana xwe ji dest dane gotin:"Em bi berxwedêrên azadiyê yên ku di oxira doza Kurd de jiyana xwe ji dest dan serbilind in. Hebûna gelekî bi asta têkoşîna wî gelî diyar dibe. Em ê jî ji bo hebûna xwe her asta têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
*Endama Platforma Jinan a Şahmaran û Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak derbarê lêpirsînê wê û hevalên wê hatiye vekirin de axivî.  Eylemê diyar kir ku lêpirsîna li wan hatiye vekirin wekî êrîş bi nav kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît çalakiya Leyla Guven wek ‘qêrînekê’ nirxand û wiha got: “Birêz Leyla Guven li dijî pêkanînan dibêjê ‘Êdî bes e’. Em bi hikûmetek ku ji vê têkoşînê ditirse re rû bi rû ne. Ji bo em dereng nemînin divê em dengê xwe bilind bikin. Divê em ji vê qêrîna mafdar re bibin piştgir.” BI DÎMEN
 
* Avşîn ya yek salî ku bi dayika xwe Hulya Usanmaz re li girtîgehê dimîne, di bin çermê serê wê de tumor heye. Avşîn ya divê ji sê mehan carekê bibin nexweşxanê di girtîgehê de tê hişitin û  di şertên girtîgehê de derfetê dermankirinê tune ye. 
 
*Li Wanê jinên ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê namzetiya ji bo keyatiyê danîne, jixwe bawer in. Jinên ji bo keyatiyê ketine nava tevgerê gotin ‘Gotina me jî heye, hêza ku em nîşan bidin jî heye’ û ji jinan piştgirî xwestin.BI DÎMEN
 
*Li Payîzava ji aliyê qeyûm ve bi hinceta ‘çêkirina rê’, xanî, dikan, axûr û baxçe tên hilweşandin. Jinan diyar kirin ku hemû Payîzav mexdûr kirine.BI DÎMEN
 
*Jinên ji kantona Kobanê li dijî gefên dewleta tirk bertek nîşan dan û dan diyarkirin ku gefên Erdogan bê wate ne û wê dewleta Tirk jî tu carî nikaribe êrîşî axa Kobanê bike.BI DÎMEN