Li dijî gefên Erdogan li Qamişloyê meş hat lidarxistin

  • 17:09 13 Kanûn 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Gelê Qamişloyê li dijî gefên Erdogan ên li ser Rojava meşek girseyî li dar xist.  
 
Îro bi sedan kesên li  Navçeya Girkêlegê ya girêdayî bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê bi dirûşma "Bijî wekheviya gelên li Sûriyeyê" li dijî gefên Erdogan meşek girseyî hat lidarxistin. Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê kir li nava Bazarê veguherî mîtîngê. Di meşê de dirûşmên "Kes nikare îradeya me bişkînin","Faşîst Erdogan" hatin berzkirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin axavtin hatin kirin. Li ser navê Meclisa navçeyê Mohemed Cemîl axivî, Her wiha li ser navê Kongreya Star Esma murad axivîn û gotin:"Erdogan ê ku dijminatiya gelê Kurd dike dê xeyalên xwe nikaribe pêk bîne."
 
Jinên ku tevlî meşa seferberiyê bûna nerîna xwe anîn ziman.
 
Jina bi navê Şerîban Elî wiha nerîna xwe anî ziman: "Tirkiyê naxwaze aramî li Sûriyê pêk were dixwaze gelê sûriyê ji hev parçe bike, ji bo wê jî gelê herêmê di nava pilanên xwe de hedef digre. Her ku gavên çareseriyê tên pêşxistin Erdogan tevlîheviyan derdixe. Lê ew ê negihêje armanca xwe."
 
Jina bi navê Fatima Omer got:" Erdogan bi van êrîşan parastina terorê dike û faşîzmê diparêze. Lê em ê li dijî faşîzma Erdogan her li berxwe bidin."