Grava Birçîbûnê li Kobanê di roja çaran de didome
- 14:21 13 Kanûn 2018
- Rojane
KOBANÊ - Çalakiyên girava birçîbûnê ku bi diruşmeya` Em ê Pergala Îmeraliyê Hilwaşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn` ku 10'ê kanûnê de hatin destpêkirin di roja xwe ya 4'emîn de berdewam dikin.
Li Kantona kobanê çalakiyên Girava Birçîbûnê ku ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk Layla Guvan dest pê kiribû, hîne di roja xwe ya çaran de dewam dike. Kesên ku ketin Giravê çalakiyên xwe bi dirûşmên "Bijî berxwedana zîndanan" berz kirin û ji aliyê komên çand û hûnera Baqî Xido ve şano jî hat pêşkêşkirin.
Her wiha serdanên mêvanan jî berdewam dikin. Li ser êrîşên Tirkiye yên îro ên li dijî bakurê Sûriyeyê jî Leyla Omer axivî û got:”Ji bo ku nasnemeya kurdan neyê diyarkirin dewleta tirgefan li gelê kurd dixwe. Em jinên çalikvan êrîşên dewleta tirk şermezar dikin .”
Çalakvanên di Giravê Birçîbûnê de wê îro di saet di 13.30`an de beşdarî meşa ji bo neqebûlkirina gefên dewleta tirk bibin.