'Em spas dikin ku gel xwedî li îradeya xwe derket'

  • 13:28 13 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo serîlêdanên bernamzetiyê li avahiya xwe daxûyanî da. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, diyar kir ku ji bo bernamzetiyê heta niha nêzî 500 kesan serî lê daye û ji bo vê yekê ji gel re spas kir. 
 
Rêxistina Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo serîlêdanên bernamzetiyê li avahiya xwe daxûyanî da. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak daxuyanî xwend.
 
Eylemê, diyar kir ku ji bo hevşaredarî û endamtiya meclisê nêzî 500 kesî serî lê dane û wiha got:"Serlêdan dê di 17’ê Kanûnê de saet di 17.00’an de bi dawî bibe. Eleqeya gel me gelek kêfxweş kir. Eleqeya gel li dijî xespkirina îradeya gel bû bersiv. Em ê weke rêxistina Mêrdînê xwedî li îradeya gelê xwe derkevin. Em spas dikin ji bo gelê xwe. Em spas dikin ku gel xwedî li îradeya xwe derket."