Li bajarokê Tirbespiyê Konê Greva Birçîbûnê hat vedan
- 13:09 13 Kanûn 2018
- Rojane
TIRBESPIYÊ - Bi pêşengiya Kongreya Star û PYD'ê bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin bi Rêber Apo re azad bijîn" li bajarokê Tirbespiyê Konê Greva Birçîbûnê hat vedan.
Bi pêşengiya Kongreya Star û PYD'ê bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin bi Rêber Apo re azad bijîn" li bajarokê Tirbespiyê Konê Greva Birçîbûnê hat vedan. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku 100 kes beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Ji nav 100 kesên ku dest bi greva birçîbûnê kirin 60 jê jin in.
Li ser navê Kongreya Star Eyham Mihemed û li ser navê Mamosteyan jî Rojbîn Şaka axivîn. Di axaftinan da peyama belavkirina piştgiriya ji bo çalakiya gireva birçîbûnê ya Leyla Guven hat dayin.