HDP'ê Îzmîrê li dijî tundiyê banga piştevaniyê kir

  • 13:02 13 Kanûn 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya HDP'ê, di daxuyaniya ku derbarê binçavkirina endamên xwe de da diyar kir ku Îtîfaka AKP - MHP'ê her ku hilbijartin nêz dibe bêhtir êrîşî paratiya wan dike û li dijî van zextan banga piştevaniyê kir. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  derbarê binçavkirina endamên xwe de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku aht dayîn, Hevserokên HDP'ê yên bajarê Îzmîrê Kadrî Baydur, Besriye Tekgur û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û yên saziyên sivîl jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DHP'ê yê Îzmîrê Kadîr Baydur ve hat xwednin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îktîdara AKP-MHP''ê di serî de HDP êrîşî hemû aliyên muxalîf dike û ji endamên wan 30 kes hatiye binçavkirin û wiha hat  gotin: "Ev êrîşên li ser partiya me tên kirin ji bo atengkirina xebatên hilbijartinê ne. Di vê serdemê de tê payîn ku wê binçavkirin û serdegittinên tên kirin heta 31'ê Adarê berdewam bikin. Em bang li hemû aliyên muxalîf û çepgir dikin ku piştgiriyê bidin HDP'ê."
 
Hevseroka HDP'ê Basriye jî banga piştevaniyê kir û ev tişt got: "Em li dijî vê pergala faşîzan tu carî paşve gavê navêjin û wê HDP her li ser piyan be."