Bêrîvan a ku cezayê wê qediya ye nayê berdan!

  • 11:00 13 Kanûn 2018
  • Rojane
BAYBURT - Li Girtîgeha Tîpa M. ya Bayburtê Berîvan Çelîk a ku cezayê wê qediya ye bi hinceta "Tu ji civakê re nabî hîna hişê te nehatiye serê te"ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê berdan.
 
Girtîgeha Tîpa E ya Bayburtê, her roj bi bi binpêkirinek mafan di rojevê de ye. Girtîgeha ku her roj bi binpêkirina mafan a girtiyan di rojevê de vê carê îmze avêt binê binpêkirineke mafan a sosret.  Hat îdakirin ku li girtîgehê jina bi navê Bêrîvan Çelîk ku cezayê wê qediyaye  ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta "Tu ji civakê re naî hîna hişê te nehatiye serê te" nayê berdan.
 
Li gorî agahiyên ku ji malbata Bêrîvanê hatin girtin, hat diyar kirin ku li girtîgehê binpêkirinên mafan di lutkeyê de ne û pişrgirêkên girtiyan ên hevdîtina vekirî jî berdewam dikin. 
 
Malbata Bêrîvanê ku bertek nîşanî neberdana wê da wiha got: "Bila ji bo wê tiştek bê kirin û parêzer lêkolînê bikin. Divê înfaza mirovan  ji rêveberiya girtîgehê re neyê hiştin."
 
Greva birçîbûnê koma 2'emîn dewr girt
 
Girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji piştevaniya bi çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirine. Girtiyên ku bi komên ji 25 kesan pêk tên grev dan detpêkirin koma duyem duh grev dewer girt.