Li Amedê qedexeya derketina derve

  • 10:25 13 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Li 21 gundên sêgoşeya Licê, Pasûr û Farqînê qedexeya derketina derve hat îlankirin û operasyona Leşkerî hat destpêkirin. 
 
Walîtiya Amedê li 21 gund û mezrayên li sêgoşeya navçeyên Licê, Pasûr û Farqînê yên Amedê qedexeya derketina derve îro serê sibê ji saet 06.00’an hat îlankirin. Beriya qedexeya derketina derve yekîneyên taybet ên Leşkerî li herêmê hatin bicihkirin. Hat ragihandin ku bi destpêkirina qedexeyê re operasyona eskerî dest pê kir. 
 
Gundên ku qedexe hatine îlankirin wiha ne: “GundêHezmaz, Cofitnê, Beşişt, Gir, Entax, Bamitnê, Sinî û mezrayên girêdayî wan ên Licê. 
 
Li gundên Kamikan, Çirik, Temirankebir, Malamekî, Malbazî, Temransaxir, Godernê, Şavûşan, Kanikan, Barinê, Araşkan, Şerefkan û mezrayên wan ên Pasûrê. 
 
Li gundên Şêlima û Cûmatê û mezrayên girêdayî wan ên Farqînê.”