Li Enqereyê qezaya trênê

  • 10:21 13 Kanûn 2018
  • Rojane
ENQERE – Trêna bi Lez a sefera Enqere û Konyayê dikir li pira serbihûr qelibî. Di qezayê de du vagon wergeriyan. Waliyê Enqereyê diyar kir ku 4 kes mirin û 43 kes birîndar bûn. 
 
Trêna Xiza bi Lez a sefera Enqere û Konyayê dikir li Rawestgeha Marşandiz a girêdayî navçeya Yenîmahalleyê li pira serbihûr qelibî. Di encama qezayê de du vagon wergerîn û beşek pire jî bi ser vagonan de herifi. Hat zanîn ku di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 43 kes birîndar bûn. Waliyê Enqereyê Vasip Şahin, piştî qezayê daxuyanî da û diyar kir ku di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 43 kes birîndar bûne. Xebatên rizgariyê didomin û piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.