Jinên derabarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan

  • 09:31 13 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRDÎN – Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve derbarê 12 endamên Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê ku di çarçoveya çalakya 25'ê mijdarê de çalakî li dar xistin lêpirsîn hatibû vekirin. Kesên derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin li şaxa TEM'ê ya Mêrdînê îfadeyên wan hatin girtin.
 
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhan de jinên Endamên Platforma Şahmaran ya Mêrdînê pîştî ku ji saziyên têkildar ên fermî destûr girtibûn bi çalakiyên ku li dar xistin xwestibûn tundiya li ser jinê şermezar bikin. Jinên ku tundî şermezar kirin di serî de li ser daxwaza  Qeymeqamê Mêrdînê li endama Platformê Eylem Ergun a ku li ser navê platformê daxuyanî xwendibû ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye, dewleta tirk û netewa wê biçûk xistiye"  lêpirsîn hatibû destpêkirin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê piştî lêpirsîna di derbarê Eylem de da destpê kirin, vê carê jî  hat zanîn ku Eylem Ergun jî di navê de derbarê 12 endamên Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şahmeranê de bi hinceta çalakiya rûniştinê li dar xistine lêpirsîn da ye destpê kirin. Kesên ku di derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin navê wan wiha ye: “Eylem Amak, Eylem Ergun,Aysel Erol, Leyla Bozkurt, Nîlufer Erîk, Hanim Ozgun, Derya Etem, Remziye Abîka, Gulşen Ozer, Gulîstan Îpek, Ceylan Eser û Demet a ku paşnavê wê nehat zanîn e.”
 
Kesên ku di derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin duh li Muduriyeta Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê îfadeyên wan hatin girtin.