‘Ji bo Arîn baş be divê dayika wê ji girtîgehê derkeve’

  • 09:24 13 Kanûn 2018
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Arîna biçûk a bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Jinan a Mêrdînê dimîne, ji bo rojekê bi bavê xwe Mîhdî Yilmaz re derket derve. Mîhdî Yilmaz diyar kir ku Arînê di alî bîhndanê de zehmetî kişandiye û bi lêv kir ku ji bo Arîn baş be divê dayika wê Esma ji girtîgehê bê derxistin.
 
Arîn Yilmaz a bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2 a Rihayê diman, hefteya borî bi teblîgata Wezareta Dadê ji nû ve şandin Girtîgeha Jinan a Mêrdînê. Arîn a ku li girtîgeha Rihayê rewşa wê her çû xirab bû û derfetên dermankirinê jî nedanê, ji aliyê bavê wê Mîhdî Yilmaz ve ji bo rojekê ji girtîgehê hat derxistin.
 
Mîhdî der barê rewşa Arînê de û şandina Esmayê ya girtîgeha Mêrdînê de axivî û wiha got: “Hefteya borî şandin girtîgeha Mêrdînê. Me yekem car Arîn anî cem xwe. Ji ber derziyên wê hebûn me rojek berê girt. Arîn demek dirêj hînî me nebû. Êvarê her tim li dayika xwe geriya. Ji ber şîr dixwe zêde nikare li cem me bisekine. Xwişk û birayên wê gelek kêfxweş bûn. Bi hev re dem derbas kirin. Ji ber em nikarin Arînê ji dayika wê bikin divê em şûnde bişînin.”
 
‘Arînê nikaribû bîhna xwe bistîne’
 
Mîhdî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Arîn ji bo kontrolê birine nexweşxaneyê û wiha got: “Min derziyên wê yên rûtîn lê xistin. Rewşa tenduristiya Arînê hîna wek xwe ye. Astima wê pêş ketiye. Doktor derman nivîsî û got ev derman dibin sedema helîna hestiyan. Dîwarên girtîgehê av kişandine, şil in û ji ber vê derman bandorê dike.Kîlo winda kiribû. Lê niha baş e. Ji ber astimê nikare bîhna xwe bigire. Dema digrî ji ber bîhna xwe nikare bigre refleksan nîşan dide.”
 
Mîhdî di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê Arîn û dayika wê demildest ji girtîgehê derkevin û di van şertan de Arîn nikare ji dayika xwe veqete û ji bo Arîn baş be divê ji dayika wê ji girtîgehê derkeve.