Demet Bolat: Tevî hemû êrîşan muxalefeta jinan pêş dikeve

  • 09:14 13 Kanûn 2018
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Ji akademîsyenên hat îxrackirin Demet Bolat a hêjayî Xelata Lêkolînê ya Şîrîn Tekelî hat dîtin, diyar kir ku tevî ku hemû jin di qadên jiyanê de di bin êrîşan de ne jî, muxalefetek girîng nîşan didin û wiha pê de çû: “Tevî hemû êrîş û rejîma zayenda patrîarkal jin dîsa xwe bi rêxistin dikin.”
 
Xwendekara doktora ya Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Muglayê Demet Bolat, di Pêşbirka Xeleta Lêkolînê ya Şîrîn Tekelî ya ku Su Gender ji bo Şîrîn Tekelî pêk anî, bi lêkolîna xwe ya sernavê ‘Xebatên muşterek, cihên kolektîf û civaknasiya zayenda civakî’ hêjayî xelatê hat dîtin. Demet her wiha ji ber îmze avêtibû danezena Akademîsyenên ji bo aştiyê bi KHK’ê hatibû îxrackirin.
 
‘Jin bi din êrîşan de ne’
 
Demetê balkişand ser girîngiya xelatên ji bo lêkolînên femînîst û wiha got: “Îro hemû jin û femînîst di bin êrîşa gotinî de ne. Berê ev êrîş bi awayên cuda yên weke cudadîtinê dihatin kirin. Îro jî bi binpêkirinê û desteserkirinê heye. Mînak li cihê em dibêjin ‘wekheviya zayendî’ desthilatdarî dibêje ‘edeleta zayenda civakî. Li cihê em dibêjin ‘wekhevî’ ew dibêjin ‘cudabûna xwe dispêre fitratê’. Ji ber vê yekê jî hewl didin jinan hinek din kedî bikin.”
 
‘Jin potansiyelek din derdixe holê’
 
Demetê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jin li her derê di dibin êrîşan de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qada cemawerî jî şûnde ketiye. Ji ber vê xelatkirina lêkolînên femînîst gelek girîng e. Di vê nokteyê de pêkanîna lêkolînên femînîst û jiyanên jinan gelek girîng e.Tevgera jinan û tevgera femînîst weke tevgerên din ên civakê dikarin gotinên xwe bêjin. Dikare potansiyelek cuda derkeve holê.” 
 
‘Jin dîsa xwe bi rêxistin dikin’
 
Demetê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku hemû aliyên muxalefeta civakê di bin şîdetek cidî de ne û nikara azad tev bigere û wiha got: “Bi girtina saziyên femînîst û jinan re her alî di bin êrîşê de ne. Îstîsmara zarokan her diçe zêde dibe. Tevî hemû êrîş û rejîma zayenda patrîarkal, jin dîsa xwe bi rêxistin dikin.”