Bernamzeda HDP’ê Husnugul Kavak: Jin dê pêşengiya vê pêvajoyê bikin

  • 09:13 13 Kanûn 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN – Ji bo Hilbijartinên Herêmî yên ku di 31’ê Adarê de dê pêk bên serlêdanên bernamzedan berdewam dikin. Di serlêdanên bernamzediyê de jinan jî cihê xwe girt. Bernamzeda HDP’ê ya Mêrdînê Husnugul Kavak(54) diyar kir ku têkoşîn û berxwedana jinê dê vê zilm, zordarî û şer bide sekinandin û dê jin bi ser kevin. 
 
Dayika bi navê Husnugul Kavak(54) a ku serî li HDP’ê daye û ji bo encûmentiyê bûye bernamzet, Wekî her jineke kurd wê jî di jiyana xwe de tiştên zor û zehmet jiyan e û dev ji têkoşînê bernedaye û xwe bi siyasetê ve girêda ye. Dayika Husnugul  dema hîn ciwan bûye dewletê bi ser gundê wan ê bi navê Elfan ê girêdayî navçeya Stewrêya Mêrdînê de girtiye,  rastî zilma dewletê  hatine û gundê wan hatiye şewitandin. Ji yana Husnugulê jî wekî jiyana gelek jinên kurd bi êş e. Husnugul û malbata xwe, wê demê ji ber zilma dewletê neçar mane ji gund derketine û hatine li Mêrdînê bi cih bûne. Husnugul û malbata xwe li hember êrîşên dewletê serî natewînin, berovajî wê  li hember êrîşan têdikoşin. Lê dewlet li vir jî wan rehet bernade û zilmê li wan dike. Piştî ku Husnugul li navçeya Qoserê bi cih dibe wê demê HDP’ê nas dike. Husnugul piştî ku lawê wê tevli tevgera azadiyê dibe, HDP'ê nas dike û bi dawîkirina zilma dîtiye dikeve nav xebatên HDP’ê û cihê xwe di nav xebatan de digire.  
 
'Ji ber ku me ev partî nas kir em ne poşman in'
 
Husnugul a ku di heman demê de yek ji Dayikên Aştiyê jî wiha axaftina xwe berdewam kir “Ez tu carî poşman nebûm ji ber ku min xwe di nava têkoşînê de dîtiye. Ji bo ev xwîn û şer bisekine ez jî tevlî xebatên HDP’ê bûm û bi salane di nav xebatan de cihê xwe digirim. Heta damleyek xwîna me hebe jî em ê di nav vê xebatê de bin. Dema ku mirov li kîjan jina kurd gûhdarî bike jiyana me hemûyan yeke e. Em tucarî dest ji têkoşînê bernadin. Ez di heman demê de Dayika Aştiyê me. Em wek dayikên aştiyê jî ji bo ev xwîn bisekine me di nav van xebatan de cih girt û em hîn jî digirin.”
 
‘Em bi saya Ocalan û tevgera azadiyê li ser piyan e'
 
Husnugul, di berdewama axaftina xwe de got ku ji ber sebra wê li HDP’ê tê û HDP partiya jinan û gelane serî ji bo hevşaredartiyê li HDP’ê da ye û wiha pêl da axaftina xwe: “ Îro em jin bi saya Abdullah  Ocalan û tevgera azadiyê li ser piyan e. Em bi felsefaya Serok îro hebûna xwe  nas dikin  û di nav xebatên HDP’ê de cihê xwe girt. HDP partiya azadî û wekheviyê ye. Ez ji bo azadiyê cihê xwe tê de digirim. HDP bûye mala min a duyem. HDP ji xwe parçeyek jiyana me ye. Îro armanca serlêdana min ji bo encûmentiye ew e ku ez bêhtir ji bo gelê xwe têkoşînê bidim..”
 
'Ez dayika hemû ciwana me'
 
Husnugul, di dawiya axaftina xwe de got ku gellek plan û projeyên wê hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku me şaredariyên xwe paşve girtin em ê wê demê plan û projeyên xwe vebêjin. Ez îro wek dayikekê dest ji vê têkoşînê bernadim. Ez dayika hemû ciwana me. Berxwedana jinê dê vê zilm û zordariyê bide sekinandin.”