ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 13 Kanûn 2018
  • Rojev
*Jina bi navê Meryem Elî ya ji Gundê Aqîbê yê Şehbayê ku tevî hemû zehemetiyan li çanda kevnar xwedî derdikeve wiha got:"Çand hebûn û nasnameya gelan e. Dewleta tirk bi tank û topên xwe êrîşî Efrînê kir da ku çanda Kurdan a kevnar jî tune bike. Lê em ê her ji bo parastina çanda xwe li berxwe bidin û rê nedin dagirkeran."
 
*Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin û wiha gotin:"Em zor û zehmetiyan nas nakin. Em ê têbikoşin û bi serbilindî vegerin Efrînê."
 
*Xebatkarên televizyona jinê yên JIN TV'yê anîn ziman ku ji bo jin xwe bi rengekî azad derxin pêş JIN TV gelek girîng e û gotin:"JIN TV dengê jina azad û berxwedêr e."
 
*Du xwişkên bi navê Leyla û Emel Muhamed ku ji Şamê ji ber şer reviyan û li Efrînê bi cih bûn û piştre ji ber êrîşên li ser Efrînê hatin li Qamişloyê bi cih bûn gotin:"Em niha têkoşîna jiyanê didin da ku li ser piyên xwe bisekinin."
 
*Rêvebira Şaredariya Bajarê Serêkaniyê Nisrîn Selah destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû civak tên tecrîdkirin û wiha got:"Tecrîd ne çareserî ye. Berovajî vê pirsgirêkan kûrtir dike. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe."
 
*Jinên Wanê diyar kirin ku şaredariya ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin li gel ku li taxan gelek xebatên divê bike hene jî tu xebat heta roja îro nedaye destpêkirin û anîn ziman ku zarokên wan dema derdikevin kolanê di nava heriyê de digevizin, lambeyên kuçeyan pê nakevin û kuçe di nav heriyê de ne. Jinên ku bertek nîşanî qeyûm dan gotin ku kolanên wan jî ji ber ku teng in her roj dibin sedema qezayên trafîkê. BI DÎMEN  
 
*Ji bo Hilbijartinên Herêmî yên ku di 31’ê Adarê de dê pêk bên serlêdanên bernamzedan berdewam dikin. Di serlêdanên bernamzediyê de jinan jî cihê xwe girt. Bernamzeda HDP’ê ya Mêrdînê Husnugul Kavak(54) diyar kir ku têkoşîn û berxwedana jinê dê vê zilm, zordarî û şer bide sekinandin û dê jin bi ser kevin. BI DÎMEN
 
*Prof. Dr. Fatmagul Berktay diyar kir ku di sedsala 21’ê de li cîhan û Tirkiyeyê li dijî destkeftiyên jinan êrîş hene û li dijî vê jî divê tevgerên jinan têkoşînek berfireh bidin. Fatmagulê wiha got: “Li Tirkiye û cîhanê restorasyonek mêr didome. Divê jin li dijî vê hişyar bin. Bi tena serê wan nabe. Divê têkoşînek berfireh bê dayîn.”
 
*Ji akademîsyenên hat îxrackirin Demet Bolat a hêjayî Xelata Lêkolînê ya Şîrîn Tekelî hat dîtin, diyar kir ku tevî ku hemû jin di qadên jiyanê de di bin êrîşan de ne jî, muxalefetek girîng nîşan didin û wiha pê de çû: “Tevî hemû êrîş û rejîma zayenda patrîarkal jin dîsa xwe bi rêxistin dikin.”BI DÎMEN 
 
*Jina bi navê Zeynep Bayat a ji aliyê hevjîn û malbata hevjînê xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hat, tevî xizanî û nebûna xanî, serî li dijî şîdetê netewand û ji bo xwe û zarokên xwe jiyanek nû ava kir. Zeynebê diyar kir ku ji bo vê bi şev û bi roj xebitiye û bi lêv kir ku ew dibêje baş e ku têkoşîn daye.BI DÎMEN 
 
* Arîna biçûk a bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Jinan a Mêrdînê dimîne, ji bo rojekê bi bavê xwe Mîhdî Yilmaz re derket derve. Mîhdî Yilmaz diyar kir ku Arînê di alî bîhndanê de zehmetî kişandiye û bi lêv kir ku ji bo Arîn baş be divê dayika wê Esma ji girtîgehê bê derxistin.
 
* Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû şûnde li navçeyê feraseta ximzeta zayendperest jî ket dewrê. Li wesayîtên çopa bajar kom dikin, wêneyên jina ku di destê wê de paçê paqijiyê heye hatine zeliqandin û weke ku tenê jin paqijiyê dikin nîşan didin.