Ji girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê peyama Abdullah Ocalan

  • 13:01 12 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê diyar kirin ku ger daxwazên wan pêk neyên dê çalakiyên xwe radîkaltir bikin. Girtiyan anîn ziman ku tenê armancek çalakiya wan heye û ew jî azadiya Ocalan e. 
 
Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji 27'ê mijdarê de ketine grevê di roja 15'an de bi koma duyemîn çalakiyên xwe yên grevê berdewam dikin. Piştî koma ewil 10 rojan ketin grevê çalakî dewrî koma duyemîn kirin. Li Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê jî girtiyên siyasî ku bi heman armancê ketine grevê bi koma duyemîn di roja 15'an de çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê berdewam dikin. Girtiyan bi riya parêzeran peyam dan û diyar kirin ku ger daxwazên wan pêk neyê û tecrîd bi dawî nebe dê çalakiyên xwe radîkaltir bikin. Girtiyan bi rêya parêzeran peyam şandinû gotin: "Ji bo tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û di milê fîzîkî û tenduristî de azad bibe me ji 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Berxwedana me bi rûh û hişê raperînê berdewam dike. Ger ku daxwazên me yên ji bo azadiya Ocalan û dawîlêhatina tecrîdê pêk neyên, em dê çalakiyên xwe radîkaltir bikin. Em dibêjin Rêberê me nefesa me ye. Di şexsê wî de hemû gelê me di bin tecrîdê de ye. Rêberê me beyana vîna gelê Kurd e. Tenê armancek çalakiya me heye. Azadiya Rêberê me ye. Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Em wekî girtiyên PKK û PAJK'ê em dê heta dawî çalakiya xwe berdewam bikin. Ger ku daxwaza me pêk neyê em dê çalakiya xwe radîkaltir bikin. Di vê çarçoveyê em bang li malbatên girtiyan û parazvanên mafên mirovan dikin ku bêtir li daxwaza çalakiyê xwedî derkevin.