'Gelê Til Temirê bi hev re birînên xwe derman kirin'
- 12:27 12 Kanûn 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Di salvegera 3'emîn ya Teqîna Bajarê Til Temirê de Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdên Xabûr Cemîla Kako wiha got:"DAÎŞ'ê bi êrîşên xwe wekheviya gelen hedef girtin. Lê negihaşt armanca xwe. Gelê Til Temirê bi hev re birînên xwe derman kirin."
Di salvegera 3'emîn ya Teqîna Bajarê Til Temirê de Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdên Xabûr Cemîla Kako wiha got:"Li dijî hemû êrîşan em ê heta dawî xwe biparêzin û rê nedin neyaran."
'Til Temir jêderka hêviyê ye'
Cemileyê got:"Bi êrîşê li ser Til Temirê îradeya Kurd, Ereb û Aşûriyan hedef hatin girtin. Neyar tu carî naxwazin gelên cuda di nav aramiyê de bijîn. Loma her êrîş dikin. Lê bila baş bizanibin ku em ê tu carî serî netewînin. DAÎŞ'ê bi êrîşên xwe wekheviya gelen hedef girtin. Lê negihaşt armanca xwe. Gelê Til Temirê bi hev re birînên xwe derman kirin. Li dijî hemû êrîşan em ê heta dawî xwe biparêzin û rê nedin neyaran. Gelê Til Temirê bi hev re birînên xwe derman kirinTil Temir jêderka hêviyê ye. Kes nikare hêviya me tune bike."