Li Îzmîrê Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
- 10:53 12 Kanûn 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê di saetên serê sibehê de bi ser malan de hat girtin. Dayika Aştiyê Medîn Kaymaz û Hevseroka DBP'ê ya navçeyê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê di setên serê sibehê de li gelek navnîşanan bi ser malan de hat girtin. Di ecama serdegitinên ku hatin kirin de Hevseroka Navçeya Karabaglarê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Meryem Çakmak, Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz, Dîlan Akpolat û Hediye tekîn jî di nav de zêdetirî 20 kesî hatin binçavkirin.
Binçavkirin li ser hesabê Medyaya Civakî ya DBP'a Îzmîrê hatin parvekirin.
Hat ragihandin ku kesên hatin binçavkirin hîna bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine.