Li Serhedê li gel çayê şekirê kelandî nebe nabe
- 10:13 12 Kanûn 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG - Li Serhedê ji berê heta niha di demsala zivistanê de herî zêde şekirê ku bi guz findiq û fistiqan tê kelandin li ber çayê tê bikaranîn. Şekirê ku bi hewlêdan û keda mezin tê çêkirin, li herême li ber çayê şêrînahiya ku nebe nabe ye.
Li herêma Serhedê şekirê kelandî ku taybetmendiyek herêma serhedê ye bi destê jinan tê amadekirin û li ber çayê tê xwarin û wekî çandekê ye. Di nav şekirê kelandî de bi taybetî kakilên gûzan û kizwan û li gorî daxwazê findik û fistik jî tên bikaranîn. Têkîldarî kelandina şekirê ku çanda Herêma Serhedê ye jina bi navê Ciweyra Încî axivî. Ciweyrayê diyar kir ku çanda amadekirina şekirê li ber çayê bi salane didomîne û got ku li serhedê çaya beyî şekirê kelandî bê tam e.
'Dermanê serhediyan e'
Ciweyrayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çêkirina şekirê kelandî û wiha got:” Ji me re demsal ferq nake. Em di hemû demsalan de vî şekirî bi kar tînin. Lê belê em herî zêde di demsala zivistanê de bi kar tînîn. Em 4 îskanên çayê şekirê hûrkirî tînîn dikîn nav ava gerim, piştre bi saetan li ser sobeyê dikelînin. Piştî ku şekir baş keliya em gûz yan jî kizwanan dikîn nav. Hîna kes jî xwerû çê dikîn. Gava ku şekirê me baş keliya em dibîn cihên herî sar ku hişk bibe. Şekirê me gava ku baş ziwa bû, em tînîn li malê û ji mêvanan re li ber çayê pêşkêş dikin. Li Colemêrgê li her malekê bêgûman şekirê kelandî heye. Em serhedî wekî çand şekir navêjin çayê li ber bi qertan dixwin. Ev kevneşopiyeke me ye. Çaya beyî şekirê kelandî bê tam e. Gava ku xelas dibe, em dîsa dikelînîn. Ji ber ku şekirê klandî ji yê ku em ji ser dezgeha tînîn û bi kar tînin paqijtir e.”
'Divê teqez li ber çayê şekirê me hebe'
Ciweyrayê bal kişand ser çanda şekirê kelandî jî û wiha got;” Bi salane em vî awayî şekir bi kar tînin. Ji berê heta niha me tu car şekirê ku li fabrîkeyan tê hilberadin bi çayê re venexwarî ye. Çêkirina şekirê kelandî dayikên me nîşanî me daye. Me jî heta roja îro anî ye. Li Colemêrgê di her malekê de bêgûman şekirê kelandî heye. Ji xwe li vir herkes şekir li ber çayê vedixwe. Me li dijî tunebûnê her tim alternatîfên xwe afirandîne û hemû pêdiviyên xwe bi keda destên xwe hilberandine. Berê zivistan pir zehmet derbas dibûn û ji ber berfê welatiyên ku li gundan dijiyan nikaribûn biçin bajêran danûstandinê bikin. Her wiha buhayê şekir jî pir zêde ye. Jinan jî wekî alternatîf efrîneriya xwe xistine dewerê û ji bo xwe şekirekî taybet çêkirine. Di distên mezin de şekir kelandine û ev şekir heta ku zivistan xelas dibû têra wan dikir. Heta roja me ya îro jî li vê herêmê ev çand berdewam dike. Divê teqez li ber çayê şekirê me hebe.”