Qeyûm bi hinceta baranê ava Hezexê birî

  • 09:10 12 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Yildiz Elçîoglu diyar kir ku qeyûmê tayînî Şaredariya Hezexê bûye xizmetê ji gel re nake û wiha got: “Havînê derdekî cuda, zivistanê derdekî cuda. Şaredarî jixwe bê xwedî ye. Qeyûm îdia dike ku ava baranê tevlî avê bûye û av biriye.”
 
Ji roja qeyûm tayînî Şaredariya Hezexê bûye, ji gel re tu xizmet nehatiye kirin û pirsgirêk didomin. Havînê bi mehan av û ceyran li navçeyê dihat birîn û bi rojan welatiyan ji tankêran av dikşandin. Ev hefteke dîsa av hatiye birîn û hat hînbûn ji ber ava baranê tevlî avê bûye, hatiye birîn. Şêniya taxê Yildiz Elçîoglu got ew bêzar bûne.
 
‘Havînê cuda, zivistanê cuda’
 
Yildizê desnîşan kir havînê du mehan ava wan hatiye birîn û meha Remezanê bê av derbas kirine û ev tişt anî ziman: “Ji xwe şaredarî bê kes e. Min çû ev li rûyê wan jî got. Tenê di derdê maeşên xwe de ne. Gel ne xema wan e. Di Remezanê û cejnê de av nehat mala me. Herî dawî min bîdon girtin û ez çûm qeymeqamtiyê. Parêzvanên qeymeqamtiyê heqeret li min kirin û ez derb kirin. Em pereyê xwe didin. Me havînê bi tankêran av kişand. Pereyê ava tankêrê jî ji me girtin. Dema ava me nedihat jî fature dişandin. Pere digirtin û av nedan.”
 
‘Em hatin derxistin’
 
Yildizê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew jin kom bûne çûne şaredariyê lê midûrê pênûsa taybet ew gûhdar nekirine û wiha dawî lê anî: “Niha heman tişt bû. Em neçin cem wan çareser nakin. Ma em ê biçin cem kê? Şaredarî cihên ku divê ji gel re vekirîbin. Lê piştî qeyûm hat şaredarî ji gel re hat girtin. Ev hefteke di sermayê de ava me nayê. Tiştê me nekir nema. Em 15 jin û du mêr bi hev re çûn cem qeyûm. Em birin cem midûrê pênûsa taybet. Em li wir rastî heqeretan hatin. Me got ‘heta av neyên em ranabin.’ Midûr got ‘derkevin an jî em ê we dexin.’ Em derxistin. Tên parkan çê dikin wêneyê wê dikşînin û diçin. Wêneyên parkan nekşînin, kolanan paqij bikin.”