Zîlan a gule li bedena wê ket hîna nikare bimeşe

  • 09:08 12 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Zîlan a 7 salî ku 3 sal berê di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de gule li bedena wê ketibû û hîna jî di meşê de zehmetiyan dikşînin. Doktoran ji bo Zîlanê got ‘hestî ji ber birînê dihele’ û niha dermankirina fîzîkî dibîne, divê emelyata duyem jî bibe.
 
Di ser qedexeya derketina derve ya li Cîzîrê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir de, 3 sal derbas bû. Di qedexeyê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek jî bi awayên cuda birîndar bûn. Di qedexeyê de zarok bûn hedefa guleyan, piranî zarokan ji ber vê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Yek ji van Zîlana 7 salî bû. Dema bi dayika xwe re diçû dikanê bû hedefa guleyan. Şopa guleyê hîna li bedena Zîlanê ye û niha ji bo emelyeta duyem xwe amade dike. Gelek caran di meşê de jî zehmetiyan dikşîne.
 
‘Gule li zikê wê ket ji pişta wê derket’
 
Hamdiye Yîgît derbarê bûyera di 15’ê Çileyê 2016’an de li taxa Yasef hat jiyîn de axivî û wiha got: “Bûyer 3 sal berê di qedexeyê de pêk hat. Polîs hatin taxê. Gotin ‘Em li malan lêgerînê dikin’ û ketin malan. Em li derve sekinînin. Keça min jî xwest biçe marketê. Min jî ji polîs pirsî. Wî jî got ‘ala spî bigire û biçe’. Em çûn dikanê li pey me dengê gulayan hat. Gulebaran dikirin. Xwediyê dikanê reviya. Ez, keça min û çend malbat li dikanê man.Guleyek li dîwar ket û li keça min ket.Gule li zikê wê ket ji pişta wê derket.”
 
‘Hestî ji ber birînan heliya’
 
Hamdiyeyê got piştî bûyerê çûne nexweşxaneyê û li wir tiştek nekirine û got: “Em şandin Amedê. Keça min piştî birîndar bû nîv saetê li erdê ma. Me keça min bir malê. Piştre em çûn nexweşxaneyê. Gotin bibin Amedê. Wê demê emelyat bû. Van rojan wê cara duyem emelyat bibe. Salekê hat dermankirin. Ev saleke dermankirina fîzîkî dibîne. Doktor got ‘ji ber birînan hestî dihelin’. Hîna li zik û pişta keça min birîn hene.”